Rojnameyên erebî: Aştiya li Sûdanê ji şer zehmettir e

Şerê leşkerî yê Sûdanê, nakokiyên li Xezayê û krîza Lubnanê rojeva rojnameyên erebî bûn.

Rojnameyên erebî: Aştiya li Sûdanê ji şer zehmettir e
13 gulan, 2023   07:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb li ser lihevkirina aliyên dijber ên Sûdanê têkildarî parastina sivîlan wiha nivîsand: "Li Ceda ya Siûdiyê şandeyên artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn dan û standin kirin. Lê hin çavdêran encamên baş ji van dan û standinan texmîn kirin. Van dan û standinan pêşketineke baş di mijara parastina sivîlan de çêkir. Ew yek piştî zextên bi navbeynkariya Siûdî-Amerîkayê li ser her du aliyan, pêk hat. Lê îhtîmala şer vekirî ma.

Çavdêran got Danezana Cedayê girîngî da hewldanên bidawîkirina şer. Her du aliyên şer got ew welatiyan nakin hedef. Lê bûn sedema reva bi deh hezaran sûdaniyan ber bi derveyî Sûdanê ve.

Encamên civînên li Cedayê li gorî xwezaya şerê di navbera fermandarê artêşa Sûdanê Ebdulfettah El Burhan û fermandarê Hêzên Piştgiriya Lezgîn Mihemed Hemdan Deqlo de bû, ji ber ku her duyan texmîn dikir ew ê bi rêya leşkerî şer bi dawî bikin û her tawîzek tê wateya xisara siyasî."

′XEZA Û ÎSRAÎL; AGIRBEST Û RAGEŞÎ′

Şerê di navbera Îsraîlê û komên Filistînê de dewam dikin. Ji sêşemê ve ji ber êrişên dualî 34 filistinî û kesekî îsraîlî hatin kuştin. Li ser mijarê rojnameya El Beyan wiha nivîsî: "Misirê duh, ji bo agirbestê pêşniyareke nû kir.”

Rojnameyê li ser zimanê çavkaniyên îsraîlê li gorî SkyNews Arebiye got li gorî pêşniyara Misirê divê her du alî êrişan rawestînin û tu zirar bi welatiyan nebe.

Rojnameyê diyar kir ku niha, nivîsgeha serokkwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu vê pêşniyarê lêkolîn dike.

(fr)