2 bira piştî 10 salan li hev hatin

Komîteya Lihevanînê ya Meclisa Navçeya Til Temirê 2 bira piştî ku 10 salan ji hev xeyidî man, li hev anîn.

2 bira piştî 10 salan li hev hatin
2 bira piştî 10 salan li hev hatin
2 bira piştî 10 salan li hev hatin
2 bira piştî 10 salan li hev hatin
2 bira piştî 10 salan li hev hatin
2 bira piştî 10 salan li hev hatin
13 gulan, 2023   10:57
HESEKÊ

Komîteya Lihevanînê ya Meclisa Navçeya Til Temirê îro li gundê Eyn Ebid ê navçeyê, piştî 10 salan ji xeyidînê 2 bira li hev anîn. Di lihevanînê de rûspî û şêniyên Til Temirê jî hazir bûn.

Her du birayên hatine lihevanîn Hezir Salim El Hemo û Mehmûd Salim El Hemo ne. Nakokiya her du birayan sala 2013`an ji ber kuştina biraziyê wan ê bi navê Hemîd dest pê kiribû.

Di rûniştina lihevanînê de hevserokê Meclisa Til Temirê Mihemed Seîd Şêxmûs axivî û bal kişand ser girîngiya têkliyên biratiyê, bi taybet biratiya gel û pêkhateyan û got: “Çi dibe bila bibe, bira nikarin dev ji hev berdin. Kîn û nefret ji bilî parçebûna civakê tiştekî naynin. Ji lew re divê em dûrî wan bikevin, em têkiliyên biratiyê xurttir bikin.”

Her du birayên li hev hatine jî axivîn û spasiya Komîteya Lihevanînê kir.

(c)

ANHA