Dema çinînê hat lê cotkar nikarin biçin zeviyên xwe

Cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku li eniyên şer ên bi artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê re dijîn, ji ber hedefgirtina herêmê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve nikarin berhemên xwe biçinin û di encamê de berhem telef dibin.

Dema çinînê hat lê cotkar nikarin biçin zeviyên xwe
Dema çinînê hat lê cotkar nikarin biçin zeviyên xwe
Dema çinînê hat lê cotkar nikarin biçin zeviyên xwe
Dema çinînê hat lê cotkar nikarin biçin zeviyên xwe
Dema çinînê hat lê cotkar nikarin biçin zeviyên xwe
13 gulan, 2023   04:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi nêzîkbûna dema çinîna genim, ceh û berhemên din re, barê cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dîsa girantir dibe ku ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî herêmê nexasim deverên li eniya şer bi deverên dagirkirî re, nikarin berhemên xwe biçinin.

Cotkarên wan deveran ji bo parastina zeviyên xwe sahrîcên avê amade dikin, giyayên zêde yên li nav zeviyan hildikin û tedbîrin din digirin.

Di 11'ê vê Gulanê de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê cotkarên ku li nav zeviyên xwe yên gundê Til El Leben ê gundewarê Til Temirê dixebitîn, hedef girtin, di encamê de cotkarê bi navê Ebdulfetah Hesîno şehîd bû û 4 din birîndar bûn.

/kr/uploads/files/2023/05/12/195212_-.webp

Cotkarê bi navê Hemûd El Selame yê ji gundewarê Eyn Îsayê ji ajansa me re wiha axivî: "Em debara xwe bi çandiniyê dikin. Me îsal jî ji bo başkirina berhemê gelek pere dan, ji ber wê jî heta dawiya mewsimê em zeviyên xwe diparêzin."

El Selame wiha domand: "Ji ber topbarana rojane ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî herêmên me, gengazî heye ku zeviyên me bişewitin. Ji ber wê jî em amade be bi ekîbên awarte re yên ku ji bo rewşên şewatê hatine erkdarkirin, bibin alîkar. Her wiha me sahrîcên xwe yên avê amade kirine."

Girêdayî wê, Meclisa kantona Girê Spî di civînekê de şaneya kirîzê damezirand ku ew ji komîteyên çandiniyê, şaredarî, meclisa navçeyan û komîteyên parastinê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêk tê. Da ku di 24 saetan de nobetê bigirin û ji bo rewşên şewatê ekîbên awarte, erebeyên agirkujiyê û sahrîcên avê amade bikin.

Li gorî Gerînendetiya Çandiniyê ya kantona Girê Spî 19 hezar hîktar zeviyên avî û zêdetirî 31 hezar hîktar zeviyên bejî li herêmê hene ku ew zevî li derdora kantonê (Eyn Îsa, Silûk, El Cirin û Hêşe) ne û piraniya wan li eniya şer bi dewleta Tirk a dagirker re ne.

HEMAN ZEHMETÎ LI TIL TEMIR Û ZIRGANÊ YE

Zeviyên li navçeyên Til Temir û Zirganê jî ji dema dagirkirina Serêkaniyê de di 9'ê Cotmeha 2019'an de, nehatine çandin.

Rûber zeviyên çandinî yên li eniyên şer bi çeteyên dewleta Tirk a dagirk re 20 hezar donim e (10 hezar donim li gundewarê Til Temirê û 10 hezar donim li navçeya Zirganê) ku heta niha cotkar ji ber hedefgirtina wan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve nikarin tiştekî tê de biçînin.

/kr/uploads/files/2023/05/12/195311_-medium.webp

Der barê vê mijarê de, cotkarê bi navê Hemîd Taha El Hemad ê ji gundê Qebir Kebîr ê li eniya şer bi dewleta Tirk a dagirker re got: "Nêzî 400 donim zeviyên min hene, lê ji 4 salan ve ez nikarim tiştekî di wan de biçînim ji ber ku ew dagirkirî ne."

/kr/uploads/files/2023/05/12/195402_-medium.webp

Cotkarê bi navê Ebdullah Ebdulletîf ku hezar û 500 donim zeviyên wî li gundê Menacîr ê Serêkaniya dagirkirî hene destnîşan kir ku berê wan hemû cûreyên sebzeyan li nav zeviyên xwe diçandin û rewşa wan baş bû, lê niha ji ber dagirkeriya Tirk ew di konan de û di rewşên xerab de dijîn.

/kr/uploads/files/2023/05/12/195332_-medium.webp

Di vê çarçoveyê de, hevserokê Komîteya Çandiniyê ya navçeya Til Temirê Mihemed Ebdulbaqî destnîşan kir ku rûbera zeviyên ku li eniya şer a bi dewleta Tirk a dagirker re ne, nêzî 10 hezar donim e. Ebdulbaqî wiha domand: “Ji ber hedefgirtina cotkaran ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve nehatine çandin.”

Ebdulbaqî hişyarî da ku metirsî li zeviyên ku di destê wan de ne jî heye, ji ber ku şewateke biçûk û bi zanabûn li aliyê dewleta Tirk a dagirker dê zirareke mezin bigihîne zeviyên navçeyê.

ZEVIYÊN MINBICÊ YÊN LI BER DEVERÊN DAGIRKIRÎ

Bi hatina werza çinîna genim û ceh re zehmetiyên cotkarên gundewarê Minbicê zêdetir dibin, ku nikarin berhemên xwe biçinin nexasim ku zeviyên wan li ber deverên dagirkirî bi dirêjiya 65 kîlometre û pahniya 4 kîlometre ne.

/kr/uploads/files/2023/05/12/195430_-1.webp

Der barê vê mijarê de, welatiyê bi navê Ebdulsetar El Hac Hisên ê ji gundê Ereb Hesen ê li eniya şer ji ajansa me re wiha axivî: "Zehmetiyên cotkaran bi nêzîkbûna werza çinîna genim re zêdetir dibin. Ji ber ku cotkar ji êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê bi fikarin. Her sal dewleta Tirk kesên nêzî zeviyên xwe bibin ji bo ku av bidin dike hedef.”

/kr/uploads/files/2023/05/12/195233_-1.webp

Cotkarê bi navê Hemîd El Ehmed ê ji gundê Hûte yê rojavayê Minbicê jî wiha axivî: "Dema ku em hewl didin derbasî zeviyên xwe bibin dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê me hedef digirin. Ji ber wê jî em di çinîna berheman de gelek zehmetiyan dikişînin."

ŞEHBA... DORPÊÇA ŞAMÊ JI ALIYEKÎ Û TOPBARANA DEWLETA TIRK A DAGIRKER Û ÇETEYÊN WÊ JI ALIYEKÎ DIN

Li kantona Şehbayê, gundên navçeya Şera û ya Şêrawayê, bi hezaran şênî di bin dorpêça hikumeta Şamê de ne, ku rê nade madeyên sereke derbasî van herêman bibin. Ji aliyekî din ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê jî rê nadin ku cotkar biçin nav zeviyên xwe û wan biçînin.

Aliyên berpirs ên herêmê ji nûçegihanên me re da zanîn ku rûberek mezin a zeviyên navçeya Şêrawa heta Nêrebiyê ku nêzî 10 hezar hîktar e û li ser eniyên şer bi dewleta Tirk re ye, nehatiye çandin.

Xwediyên zeviyên li eniya şer ji ber êriş, topbaran û şewitandina zeviyan a bi zanabûn gelek zehmetiyan dikişînin.

(mh/şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/stcVCo3HHA0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>