Zeyneb Qenber: Beyannameyê asoyên nû vekirin

Endama rêveber a Nivîsgeha Têkiliyan a MSD′ê Zeyneb Qenber diyar kir ku beyannameya Rêveberiya Xweser a ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê dergeha derxistina gelê Sûriyeyê ji krîzê û parastina mafên wî ye.

Zeyneb Qenber: Beyannameyê asoyên nû vekirin
13 gulan, 2023   00:16
HELEB-NESRÎN ŞÊXO

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 18′ê Nîsanê de beyannameya çareserkirina krîza Sûriyeyê pêşkêş kiribû û bang li hikumeta Şamê kiribû ku helwesteke cidî li ser vê yekê nîşan bide.

Li ser vê yekê endama rêveber a Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Zeyneb Qenber diyar kir ku beyannameya ku Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê pêşkêş kiriye, li nava sûriyeyiyan deng veda.

Zeyneb Qenber li ser krîza Sûriyeyê axivî û got beyannameya Rêveberiya Xweser di vê demê de dergeheke ji bo berjewendiyên gelê Sûriyeyê ye. Zeynebê wiha got: "Ew beyanname li gorî pêşniyara me ya çareserkirina krîza Sûriyeyê bi rêya diyaloga sûriyeyiyan li hev dike û mafên gelê Sûriyeyî bi giştî diparêze."

Zeyneb wiha domand: "Me li ser gelek xalên berê yên girêk nîqaş kirin û bendên beyannameyê pêkan e bibe destpêka diyaloga sûriyeyiyan û pêkanîna çareyên bingehîn."

Zeyneb Qenber destnîşan kir ku ew bi yekitiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê bawer e û wiha anî ziman: "Ev beyanname xwedî gelek weteyan e û deriyê diyalogê li pêş welatiyên Sûriyeyê û demokratan vedike. Her wiha diyalogekê bi hikumeta Sûriyeyê re çêdike, da ku di aliyê hundirîn de bibe çareserî û li gorî hemû pêkhateyan be."

Zeyneb li ser rola jinan di çareseriyê de jî got: "Divê jin di Sûriyeya nû de di hemû aliyan de xwedî beşdariyî bin. Ger nebû, dê ev çareserî demkî bin û neyên qebûlkirin."

Zeyneb anî ziman ku bêyî beşdariya jinan çareserî nîn in û wiha pê de çû: "Beyannameyê bandorek li jinên sûriyeyî kir. Têkiliyên wan bi me re zêde bûn. Jinan bawer kir ku divê ew di her çareseriyeke Sûriyeyê de beşdar bin."

Zeyneb Qenber got pêkhateyên gelê Sûriyeyê ev beyanname bi girseyî pêşwaz kir û wiha dawî li gotina xwe anî: "Têkiliyên me baş bûn û asoyên nû vekirin. Em ê bi çalakî, civîn û komxebatên jinan destekê bidin diyalogên sûriyeyiyan, da ku rola jinan pêşeng be."

(fr)

ANHA