​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-5-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-5-2023
12 gulan, 2023   23:00

Şêniyên Minbicê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dike, ji ber ku ew hewl dide tevahî gelên bindest rizgar bike û banga bidwîkirina tecrîdê kir. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku li eniyên şer ên bi artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê re dijîn, ji ber hedefgirtina herêmê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve nikarin berhemên xwe biçinin û di encamê de berhem telef dibin. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Endama rêveber a Nivîsgeha Têkiliyan a MSD′ê Zeyneb Qember diyar kir ku beyannameya Rêveberiya Xweser a ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê dergeha derxistina gelê Sûriyeyê ji krîzê û parastina mafên wî ye. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Ji ber dorpêça hikumeta Şamê ya li ser kantona Şehbayê, xebatên navenda Heyva Sor a Kurd a li Kampa Berxwedan paş ketiye, ku êdî navend tenê nexweşan mueyene dike û hin cûreyên dermanan ji wan re peyda dike. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

2`yemîn Mîhrîcana Mûzîkê ya Orkêş di roja sêyemîn de li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo didome saet di 14:00`an de. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

YRA`yê bi boneya Roja Dayîkê şahiyekê li Parka Xwendinê ya Qamişlo li dar dixe û rojnamevanên dayîk xelat dike saet di 17:00`an de. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

ANHA