Deng û rengê pêkhateyan di Mîhrîcana Orkêş de

Di roja duyemîn a 2`yemîn Mîrîcana Mûzîk û Stranan a Orkêş de 6 komên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeye 18 stran pêşandan.

Deng û rengê pêkhateyan di Mîhrîcana Orkêş de
Deng û rengê pêkhateyan di Mîhrîcana Orkêş de
Deng û rengê pêkhateyan di Mîhrîcana Orkêş de
12 gulan, 2023   16:38
QAMIŞLO

Bi tevlêbûna 30 komên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi dirûşma "Bi dengên pîroz şoreşê ava bikin" 2`yemîn Mîhrîcana Mûzîk û Stranan a Orkêş li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo a li bajarê Qamişlo di roja xwe ya duyemîn de dewam dike.

Hezkeriyên huner û stranan, şêneyên herêmê, nûnerê Rêveberiya Xweser, endamê saziyên civaka sivîl û yên çand û hunerê di mîhrîcanê de hazir bûn.

Îro di mîhrîcanê de Koma Elefterya (Dêrikê), Koma Botan (Kobanê), Koma Şehîd Hevrîn (Kobanê), Koma Doser (Tebqa), Koma Şehîd Serhed (Rimêlan) û Koma Ihya El-Tûras anku vejandina keleporê (Reqa) stranên xwe yên (nû-keleporî) li pêş haziran her wiha bi amadebûna komîteya nirxandinê ya stranên xwe pêşandan.

Navên û hejmara stranên her komekê wiha bûn: Koma Elefterya (Sarî, Ji Aso, Gurzê Gerîla),  Koma Botan (Kobanê, Heyrana Bejin û Balê, Çûme Alê Ferêtê lê Zeryê), Koma Şehîd Hevrîn (Xêro, Guliyên Pîroz, Jin, Jiyan, Azadî), Koma Doser (Sedir El Firatî, El Esmer, Keleporiya Reqayê), Koma Şehîd Serhed (Şîlanê, Berf û Baye, Wey Narê) û Koma Ihya El-Tûras (Bint El Ereb, Şifit El Zên, Legahî).

Piştî pêşandana stranan, Koma El Cirniye ya ji Tebqayê çend stran gotin. Haziran jî dîlan li holê gerandin.

Hêjeyî bi bîrxistinê ye ku 2`yemîn Mîhrîcana Mûzîk û Stranan a Orkêş heta 16`ê Gulanê dewam bike.

(sb/şx)

ANHA