Ji ber dorpêçê welatiyekî li taxa Eşrefiyê jiyana xwe ji dest da

Berî çend kêliyan welatiyê bi navê Selah Mihemed Hebeş li taxa Eşrefiyê ya Helebê di encama ketina kevirekî ji avahiyên taxê de jiyana xwe ji dest da. Di vê bûyerê de hikumeta Şamê ya ku dorpêça xwe didomîne û rê nade madeyên çaksaziyê derbasî taxên dorpêçkirî bibin, tê tohmetbarkirin.

Ji ber dorpêçê welatiyekî li taxa Eşrefiyê jiyana xwe ji dest da
12 gulan, 2023   14:27
HELEB

Rêbendên hêzên hikumeta Şamê yên li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û kantona Şehbayê ji 9 mehan de dorpêçek giran li ser van deveran dimeşîne û rê nade madeyê sereke wek ard, derman, sotemenî û madeyên çaksazî û avahîsaziyê derbasî wan deveran bibin.

/ar/uploads/files/2023/05/12/134039_0000.webp

Di encama vê dorpêçê de, welatiyê bi navê Selah Mihemed Hebeş (53) ji ber ketina kevirekî ji avahiyên taxa Eşrefiyê birîndar bû. Lê tevî hemî hewldanan  jiyana xwe ji dest da.

Nûçegihanê me eşkere kir ku sala 2016'an çeteyên dewleta Tirk a dagirker taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê kirin. Di encamê de xesar li gelek avahiyan hatin. Erdheja 6'ê Sibatê bandor li avahiyan kir. Lê ji ber ku hikumeta Şamê dorpêç li her du taxan ferz kiriye madeyên çaksaziyê derbasî her du taxan nabin. Ev jî xebatên Komîteya Saxlemiya Giştî ya Şaredariya Gel asteng dike.

Welatiyê bi navê Selah Mihemed Hebeş (53) ji gundê Derwêş ê navçeya Raco ya kantona Efrîna dagirkirî ye ku di 2018'an de piştî dagirkirina Efrîna ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve ew bi darê zorê ji Efrînê koçber bû û li taxa Eşrefiyê ya Helebê bi cih bû.

Tê zanîn ku di encama dorpêça giran a hikumeta Şamê ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de 2 zarok di zivistanê de ji ber tunebûna sotemeniya germkirinê jiyana xwe ji dest da.

(mh/şx)

ANHA