​​​​​​​Şêniyên Helebê: Li dijî zihniyeta faşîst a li Efrînê serî hildin

Yekitiya Jinên Ciwan û Kongra Star ên Helebê bi xwepêşandanekê sûcên ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî pêk tînin şermezar kir.

12 gulan, 2023   18:34
HELEB

Bi sedan şênî li pêşiya hola civînan a rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî zarok û jinên Efrînê kom bûn.

Beşdaran pankartên "Destdirêjiya li ser zarokan sûcekî mezin e" û "Jin, Jiyan, Azadî" û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan.

Xwepêşandêr heta pêşiya navenda şehîd Gelhat a rojhilatê taxa Şêxmeqsûd meşiyan.

Di serî de rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan Nedye Yûsif got: "Divê zarok, zaroketiya xwe bijîn, lê belê hişmendiya faşîst a dewleta Tirk a dagirker hemû sînorên exlaqê derbas kirine. Êdî bedenên zarokên me jî ji hişmendiya wan bêpar neman, li hember wê jî Rêber Abdullah Ocalan ji bo rakirina vê hişmendiyê ji nav civakê li Îmraliyê li ber xwe dide."

Nedye wiha domand: "Di kêmtirî hefteyekê de, çeteyekî dewleta Tirk a dagirker destdirêjî li 2 zarokan kir. Ev jî ne cara yekê ye ku sûcên wiha ji dema dagirkirina Efrînê de tên kirin. Divê em jî li hember van kiryaran serî hildin."

Endama Koordînasyona Kongra Star Amne Xidiro jî got: "Armanca têkoşîna me rûniştandina demokrasî û aştiyê ye, li pêşiya me jî hin astengî di serî de kiryarên Erdoganê faşîst derdikevin."

Amne Xidiro wiha domand: "Çima cîhanê balê nakişîne ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên Efrînê, tevî ku ev kiryar li ber çavên wan tên kirin."

Xwepêşandan bi siloganên şermezarkirina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi dawî bû.

(mh/şx)

ANHA