‘Kilîta çareseriyê di destê Rêbertî de ye’

Siyasetmedar û rêveberan tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û got “Li Rojhilata Navîn guhertinên dîrokî rû didin û kilîta çareseriyê di destê Rêber Abdullah Ocalan de ye.”

‘Kilîta çareseriyê di destê Rêbertî de ye’
12 gulan, 2023   04:24
KOBANÊ

Têkildarî tecrîda giran a ku desthilata dewleta Tirk li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye, siyasetmedar û rêveberên saziyan nêrînên xwe bi me re parve kirin.

/kr/uploads/files/2023/05/11/203022_.webp

Hevserokê meclisa PYD’ê ya kantona Girê Spî Sebrî Nebo diyar kir ku mercên girankirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan dûrî qanûn û rêgezên edaleta civakî ye û got: "Desthilata faşîst wî ji tevahî maf û erkên ku divê her girtiyek pêk bîne, tecrîd kiriye. Lê siyaseta ku desthilata Tirk pêk tîne, di serî de di kesyaeta Rêber Ocalan de li dijî gelê Kurd e. Rêber Abdullah Ocalan sembola jiyana hevbeş û biratiya gelan e ku tevahî gelên herêmê dixwazin da ku aştî pêk were û sozên herêmê çareser bibe."

Sebrî Nebo diyar kir ku desthilata faşîst a Tirk pîvanên qanûnî û hiqûqî yên girtiyan li ber çavan nagire û wiha domand: “Divê desthilata Tirk qanûnên navneteweyî li ber çavan bigire. Divê dewleta Tirk were neçarkirin ku mercên mirovî û qanûnî peyda bike û bendên qanûnan pêk bîne, ne wisa be dê rêgezên qanûnên navneteweyî ximav li ser kaxezê bimîne û dê benda herî girîng a qaûnan xwe an ku pêkanîn ji dest bide. Ji ber vê yekê divê pergala navneteweyî dewleta Tirk neçar bike ku pabendî qanûnan bibe û pêk bîne, da ku zagona daristanê belav nebe û tu pirsgirêk û encamên xirab li ser asta navneteweyî û herêmê dernekevin, nemaze ku li gel rewşên siyasî û leşkerî yên îroyîn herêm li ser sêleke germ e."

Sebrî Nebo diyar kir ku hêzên navneteweyî bi bêdengiya xwe dibin şirîkên tecrîd û Komploya Navneteweyî ya sala 1999’an a li ser Rêber Abdullah Ocalan.

‘NE JI FIKRÊ RÊBERTÎ BÛYA DÊ TEVAHÎ HERÊM TEVLIHEV BÛYA’

/kr/uploads/files/2023/05/11/203034_-.webp

Endamê Meclisa Rêveber a Zanîngeha Kobanê Ebdurehman Dumer îşaret pê kir ku li herêma Rojhilata Navîn guhertinên dîrokî çêdibin û hêviya gelên wê şikandina qeydan e. Dumer diyar kir ku kilîta azadiya gelên Rojhilata Navîn di destê Rêber Abdullah Ocalan de ye, ji ber vê yekê dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke giran li ser wî ferz kiriye û nahêle parêzer wî bibin."

Dumer destnîşan kir ku ne ji fikrê Rêber Abdullah Ocalan bûye wê tevahî herêm tevlihev bûbûye û wiha dom da axaftina xwe: "Fikrê Rêbertî aştî ji herêmê re anî. Di demekê de ku pergalên ku hewl didin cografiya herêmê biguherin û şerê qirkirinê pêk tînin û li dijî vî fikrî êriş têne kirin, ev fikr bi ser ket, ji ber ku tevahî pêkhateyên ku ser cografiya Kurdistanê dijîn vî fikrî hembêz dikin."

Ebdurehman Dumer got: "Fikê Rêbertî xwedî bedewbûneke taybet e, ev fikr di demeke hestiyar de derket, ji ber ku nexşeyeke nû ji herêmê re xêz dike. Ji ber vê yekê girîng e ku ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêbertî û azadiya wî ya fîzîkî hewldan werin kir. Ji ber ku azadiya wî kilîta çareserkirina hemû dozen bi girêk ên li herêma Rojhilata Navîn e, her wiha şikandina qalibê hişmendiya desthiltdar a sîstemên serdest ên li herêmê ye."

Dumer diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan xwe bi tu hêzên navneteweyî ve girê neda, mîna fermandarên berî wî serkêşiya şoreşên kurdî kirin ku şoreşên wan bi bin ketin, lê şoreşa Rêber Ocalan bi ser ket.

(bb)

ANHA