​​​​​​​‘Heta rizgarkirina Efrînê ji bilî berxwedanê rê nîn in’

Ji dûr ve bi hesreteke kûr li gundê xwe yê dagirkirî dinihêre û dibêje heta ew Efrînê rizgar bikin ji bilî sebrê û berxwedanê rêyeke din nîn e.

​​​​​​​‘Heta rizgarkirina Efrînê ji bilî berxwedanê rê nîn in’
11 gulan, 2023   23:30
ŞEHBA - CÛDÎ SÎPAN

Bi dagirkirina bajarê Efrînê re gundê Basilê yê navçeya Şêrawayê û piraniya gundên navçeyê jî ketin bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê. Şêniyên wan gundan bi dare zorê hatin koçberkirin.

/kr/uploads/files/2023/05/11/202839_-.webp

Xelîl Ebdo Oso (66) ji gundê Basilê ye. Piştî dagirkirina gundê wî berê xwe da gundê Dêr Cimêlê yê kantona Şehbayê û li wir bi cih bû. Apê Xelîl rojane diçe gundê Aqîbê ji bo ku gundê xwe Basilê ku tenê  kîlometreyekê dûrî Aqîbê ye, bibîne.

Apê Xelîl li gundê Dêr Cimêl ê ku li ser tixûbê gundên navçeya Şêrawayê li ser rêya Heleb-Dîlokê (Rêya 214) dimîne.

Çend metreyên axê yên ku apê Xelîl dûrî gundê wî dixin, bûne êşeke giran di dilê wî de û hewl dide bi dîtina gundê xwe ji dûr ve hesreta xwe vemirîne.

Apê Xelîl dibêje: “Li ser banên malan ez li cihê ku lê mezin bûme, dinihêrim. Serpêhatiyên min li dû xwe hiştine bi bîr tînim.”

Piştî dagirkeriyê, artêşa Tirk a dagirker gundê Basilê ku derdora 15 km dûrî navenda bajêr e, veguherandiye baregeheke leşkerî. Li wir li ser enqazên malan baregehên leşkerî ava kirine û xendek kolandine.

Apê Xelîl ku ji dûr ve li gund dinihêre, dibîne çawa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li mala wî digerin. Apê Xelîl keserekê dikişîne û dibêje: “Gelek malên gund li pêş çavên me xira kirine, ji bilî sebrê û berxwedanê em nikarin tiştekî bikin. Em ê careke din lê vegerin. Tu gundê xwe ji dûr ve bibîne, ne wekî ku tu serdana wî bikî. Tiştê herî zehmet di jyanê de ku tu ji dûrî çend metreyan li mala xwe binihêrî lê tu nekarî biçî wir.”

Dagirkeran dest daniye ser hemû milk û darên zeytûnan ên apê Xelîl.

Apê Xelîl destnîşan kir ku ew ê heta rizgarkirina Efrînê û gundê xwe Basilê li ber xwe bide.

(c)

ANHA