‘Divê dewletên Ereban bi erênî nêzî beyannameya Rêveberiya Xweser bibin’

Siyasetmedar Bekir Hec Îsa bang li dewletên Ereban kir ku bi awayekî erênî nêzî beyannameya Rêveberiya Xweser ve bibin û got "Rêveberiya Xweser di parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û têkbirina terorê de roleke bingehîn lîst û xwedî projeya demokratîk a serdemê ye ku dikare demokrasiyê li welat bi pêş bixe."

‘Divê dewletên Ereban bi erênî nêzî beyannameya Rêveberiya Xweser bibin’
12 gulan, 2023   03:10
KOBANÊ-ZANA SEYDÎ

Endamê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) vegerandina Sûriyeyê li Komkara Erebî û bandorên wê, ji ANHA‘yê re nirxandin.

Bekir Hec Îsa îşaret pê kir ku aloziya Sûriyeyê roj bi roj girêktir dibe, koçberî, mijara penaberan zêdetir dibin û guhartina demografîk jî fireh dibe û got: " Yek ji sedemên sereke ya krîza heyî zihniyeta hikumta Şamê ku hîna bi zihniyeta leşkerî nêzî hemû pirsgirêkan dibe. Li aliyekî din jî komên îdia dikin ku muxalif in, tundiyê pêk tînin û li pey desthilatê ne, dûrî têgeha demokrasiyê ne. Ew kom ji hêla dewletên herêmê ve ku hewl didin hegemoniya xwe ferz bikin, bûne alav. Wê jî krîz kûrtir kir."

‘HEKE SÛRIYE NEBE DEWLETEKE DEMOKRATÎK DÊ ÇARESERÎ Û KRÎZ HER HEBIN’

Îsa li ser vegerandina Sûriyeyê li Komkara Erebî anî ziman ku tiştekî xwezayî ye û wiha pirsî: "Li pêş van hemû pirsgirêkên li welat, heta ku derê ev vegerandin dikare pirsgirêk û krîzên heyî çareser bike? Di Sûriyeyê de demokrasî tune ye, pirsgirêkên aborî û gendeliyê di nava saziyên dewletê de hene. Gelo ji bo van pirsgirêkan li gel Komkara Erebî kilîta çareseriyê heye? Bê guman hêvî zêde tune ne. Ji ber ku pirsgirêk di zihniyeta rejîma Şamê de ye."

Wezîrên karên derve yên Ereban di civîneke awarte ya li Qahîreyê ya 7′ê Gulanê de biryar da ku Şam li Komkara Erebî bê vegerandin. Lê çavdêran got ev vegerandin bi şert in.

Îsa wiha domand: "Dewletên Ereban di xebatên tamîrkirina bajarên Sûriyeyê û binesaziyên ji ber şerê 12 salan hatiye wêrankirin de dikare roleke aktîf bilîze. Ji wê zêdetirî dikare di çareserkirian pirsgirêka penaberên Sûriyeyî de bibe alîkar. Lê ya herî girîng ew e ku li welat herêmeke fireh heye û di bin sîwana Rêveberiya Xweser de ye. Divê dewletên Ereb û hikumeta Şamê xwedî nexşerêyeke dan û standina bi vê rêveberiyê re bin. Ji ber di bin sîwana wê de zêdetirî 5 milyon sûriyeyî ji pêkhateyên Kurd, Ermen, Asur, Suryan û hwd dijîn. Pirsgirêka bingehîn li Sûriyeyê demokrasî tune ye. Dê çareserî û krîz, ger Sûriye venegerî dewleteke demokrat, asê bimînin."

‘EM BI HÊVÎ NE DEWLETÊN EREBAN BI ERÊNÎ NÊZÎ BEYANNAMEYÊ BIBIN′

Bekir Hec Îsa li ser mijarê wiha pê de çû: "Gelek hêzên herêmî yên xwedî bandor li Sûriyeyê hene, di serî de Îran a ku xwedî bandora li ser biryara desthilata Şamê ye. Dewleta Tirk jî parçeyên ji xaka Sûriyeyê dagir kirine. Em bi hêvî ve Komkara Erebî bibe hêza bersivdana van hêzan û hikumeta Şamê li ser diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî û rûniştina bi hêzên neteweyî re teşwîq bike."

Îsa wiha axivî: "Em bi hêvî ne dewletên Ereb bi awayekî erênî nêzî beyannameya Rêveberiya Xweser bin, bi taybet Siûdî, Misir û Îmarat. Ji ber ku Rêveberiya Xweser di parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û têkbirina terorê de roleke bingehîn û aktîf lîst. Rêveberiya Xweser xwedî projeya demokratîk a serdemê ye û di pêşxistina welat ber bi demokrasiya pêşketî ve dibe alîkar."

Îsa diyar kir ku niha pêdivî bi pêkanîna diyalogeke cidî di navbera aliyên Sûriyeyê de ye û Rêveberiya Xweser jî hîna bang dike ku diyalogeke li ser asta Sûriyeyê were lidarxistin. Lê heta niha tu kesî bersiv nedaye.

′HÊZÊN JI BO SÛRIYEYÊ DIXEBITIN XUYA NE′

Bekir Hec Îsa wiha dawî li gotina xwe anî: "Em ji bilî aştiyê, sekinandina sûcên guhartina demokratîk, bidawîkirina êşên gelê me li Idlib, Efrîn û herêmên dagirkirî, vegera penaberan, parastina yekitiya Sûriyeyê û vegerandina wê ber bi dewleteke demokratîk ve li gorî projeya Rêveberiya Xweser pêşkêş dike, nakin. Salên krîzê îsbat kir ku kîjan hêz ji bo Sûriyeyê xebitîn û kîjan hêz ji bo ajandeyên derve xebitîn. Qebûlkirina vegerandina Sûriyeyê li Komkara Erebî ji hêla dewletên Ereban ve tê wateya ku wan dewletan dev ji wan kom û qaşo Îtîlafa Sûriyeyê ya muxalif berdaye. Ji ber ku ji her kesî ve eşkere bû ku ew çete ne û berjewendiya welat ne di xema wan de ye û ji bo dewleta Tirk li Lîbay, Azerbeycanê û hwd şer dikin."

(fr)

ANHA