Rêveberiya Xweser nirxê kirîna genim û ceh diyar kir

Rêveberiya Xweser buhayên genim û ceh diyar kirin. Kîloya genim bi 43 sentan û ya ceh jî bi 35 sentan e.

Rêveberiya Xweser nirxê kirîna genim û ceh diyar kir
9 gulan, 2023   11:38
REQA

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li avahiya Meclisa Rêveber a li bajarê Reqayê civînek lidar xist. Desteya Serokatiyê ya Meclisa Rêveber a Rêvebeiya Xweser, Hevserokatiya Komîteyên Çandiniyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Yekitiya Cotkaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hevserokatiya Şîrketan Pêşxistina Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî civînê bûn.

Di civînê de Komîteyên Çandiniyê û Yekitiya Cotkaran ji bo nirxê genim û ceh a mewsima 2023`yan, pêşniyarên xwe pêşkêş kirin û li ser lêçûna her donimek genim û ceh nîqaş hat kirin da ku li gorî lêçûnan be.

Li gorî nîqaşan, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxê kirîna her kîloyek genim bi 43 sent, her kîloyek ceh jî bi 35 sentan diyar kir.

(c)

ANHA