Zarokekî ji Kobanê li Sûdanê jiyana xwe ji dest da

Zarokê bi navê Mihemed Seydî ji ber tunebûna dermanan di encama şerê li Sûdanê de, li nexweşxaneyeke bajarê Kesla yê Sûdanê jiyana xwe ji dest da.

Zarokekî ji Kobanê li Sûdanê jiyana xwe ji dest da
9 gulan, 2023   13:40
​​​​​​​NAVENDA NÛÇEYAN

Zarokê bi navê Mihemed Seydî (50 roj) yê malbateke Kurd ji bajarê Kobanê sibeha îro li nexweşxaneyeke bajarê Kesla yê Sûdanê jiyana xwe ji dest da.

Bavê zarok Enwer Seydî ji ajansa me re diyar kir ku zarokê wî berî 2 hefteyan nexweş ket lê ji ber qutbûna dermanan di encama şerê li Sûdanê de, jiyana xwe ji dest da.

Malbata Enwer û bi dehan malbatên din ên Kurd li bajarê Kesla dimînin, her wiha malbatên din li wîlayetên Xertûm û Nehr El Nîl ji nêzî 10 salan de dijîn.

Malbatên Kurd û yên Sûriyeyî yên ku li Sûdanê dimînin di çarçoveya şerê li Sûdanê de yê di navbera artêşa Sûdanê û hêzên Parastina Lezgîn de, gelek zehmetiyan dikişînin.

(mh)

ANHA