​​​​​​​3 fermandarên Tevgera Cîhad Îslamî hatin kuştin

Îsraîlê ragihand ku di êrişa li Xezayê de 3 fermandarên Tevgera Cîhad Îslamî kuştine. Wezareta Tenduristiyê jî da zanîn ku di êrişê de 14 kes hatin kuştin û 20 kes jî birîndar bûne.

​​​​​​​3 fermandarên Tevgera Cîhad Îslamî hatin kuştin
9 gulan, 2023   09:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrişên barbanga sibeha îro yên li ser Xezayê de, 3 fermandarên Tevgera Cîhad Îslamî hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand ku fermandarê Tevgera Cîhad Îslamî yê herêma başûr Xelîl El Behtîmî, sekreterê Meclisa Leşkerî ya Seraya Quds Cîhad Xenam û berpirsê hin çalakiyên li Difa Xerbiye Tariq Îzedîn jî hatine kuştin.

Îsraîlê diyar kir ku êriş bi hevkariya saziya Shabak a Îsraîlê re hat kirin. Her wiha da zanîn ku 40 balafirên Îsraîlê beşdarî êrişa li ser Xezayê bûn ku ji meha Remezanê ve tevgerên berpirsên Cîhad Îslamî dişopînin.

JI TEVGERA CÎHAD ÎSLAMÎ SOZA BERSIVDAYÎNÊ

Baskê leşkerî yê Tevgera Cîhad Îslamî ‘Seraya Quds’ jî bi daxuyaniyekê kuştina her sê fermandaran piştrast kir û got ew ê bersiva êrişê bidin.

Der barê encamên êrişê de Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku tevî 4 zarok û 4 jinan, bi giştî 14 filistînî hatine kuştin û 20 jî birîndar bûne.

Wezareta Karên Derve ya Filistînê ragihand ku êrişên li ser Xezayê xeternak in û metirsiyên rûdana şerekî çêdikin. Wezaretê bang li civata navneteweyî kir ku li hemberî van êrişan bi lez tev bigere.

CÎHAD ÎSLAMÎ

Tevgera Cîhad Îslamî tevgereke çekdar a Filistînê ye. Têkiliyên wê û Hemasê bi Îxwan El Muslimîn re hene û îdeolojiya wan avakirina dewleteke îslamî ya Filistînê ye.

Li gel Tevgera Cîhad Îslamî baskeke leşkerî bi navê Seraya Quds heye û li gorî îdiayan Hemas û Cîhad Îslamê pere û çekan ji Îranê werdigirin.

(bb)