Dan û standinên li Cedayê dê şerê li Sûdanê rawestînin?

Ji bo agirbestê li Sûdanê, Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî duh ragihand ku nûnerên artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn li Ceddeyê dest bi diyalogê kir.

Dan û standinên li Cedayê dê şerê li Sûdanê rawestînin?
9 gulan, 2023   08:34
QAHÎRE – MUHSIN EL MESRÎ

Di daxuyaniya Erebistana Siûdî de hate gotin Riyad û Washingtonê hişyarî da her du aliyan ku dan û standinan cidî bikin da ku agirbest pêk were û alîkariyên mirovî yên awarte bigihîjin herêmê, her wiha ji bo ku planeke demê ji bo destpêkirina dan û standinên pêkanîna agirbesteke domdar bê danîn.

HEWLDANA PÊŞÎN A RAWESTANDINA ŞER

Însiyatîfa Siûdî-Amerîkayî ya Cedeyê hewldaneke nû ya bidawîkirina şer e ku ji 15'ê Nîsanê de dest pê kiriye. Di encama wî şerî de beşin ji Xertûmê êdî bûne qadên şer.

Erebistana Siûdî û Amerîkayê kêfxweşiya xwe ya li hember pabendiya herdu aliyan bi agirbestê anîn ziman û bang li wan kir ku rêzê li hemberî agirbestê bigirin.

Makanîzma Sêalî (Yekitiya Afrîkayî û Desteya Berpirs a Pêşxistinê ya Hikumetî ya Navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî) însiyatîfa Siûdî-Amerîkayî pêşwazî kir û got  ew hêvî dike ku di encama dan û standinên di navbera nûnerên artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de agirbesteke domdar pêk were, ku pê re jî alîkariyên mirovî yên awarte bigihîjin sivîlan.

Her wiha çavdêran jî kêfxweşiya xwe li hember xebatên Erebistana Siûdî û Amerîkayê yên ji bo bidawîkirina şerê li Sûdanê nîşan dan û destnîşan kirin ku ev xebat ji bo bidawîkirina şer ne bes in, nexasim ku herdu alî heta niha bi çareserkirina kirîzê û rawestandina şer ne qayîl in.

ASTENGIYÊN LI PÊŞIYA LIHEVKIRINÊ

Lêkolîner û şîrovekarê siyasî yê Sûdanî Ebas Salih destnîşan kir ku tevî navbeynkariya Erebistana Siûdî û piştgiriya mezin a ji civata navneteweyî û hewldanên dîplomasî ya ku tê dayîn, lê dîsa jî astengiyên rastî hene.

Ebas Salih ji ajansa me re wiha axivî: "Derfetên serkeftina dan û standinan gelekî kêm in, nexasim ku berî niha 6 tecrûbeyên agirbestê bi bin ketin, ev jî nîşan dide ku stratejiya leşkerî ya herdu aliyan ne di wê astê de ye ku pabendî agirbestekê bibin."

HEWLDAN

Girêdayî heman mijarê, pisporê karên Afrîkayî Ramî Zuhdî destnîşan kir ku dan û standinên Cedeyê hewldaneke çareseriyê ne, lê belê diyar kir ku ew ne bawer e ku ew dan û standin bikarin krîzê çareser bikin.

Zuhdî destnîşan kir ku nakokiyên ku gihîştine vê astê bi gereke tenê ya dan û standinên Cedeyê bi dawî nabin û got: "Ez bawer im dê gelek gerên din pêk bên û gelek dewlet dê destwerdanê bikin da ku ev kirîz bi temamî bê çareserkirin, her wiha daxwaza aliyên sûdanî ya erêkirina agirbestê jî pêwîst e."

Zuhdî wiha zêde kir: "Hêzên çekdar ên Sûdanê li gor baweriyên xwe red dike ku dan û standinan bi milîsan re pêk bîne. Her wiha Hêzên Piştevaniya Lezgîn jî dirêjbûna şer wek serkeftinê ji bo xwe dibînin, nexasim ku asta wan di şer de ji ya artêşa Sûdanê baştir e. Bi nêrîna min artêşa Sûdanê dê li dawiyê vî şerî qezenc bike."

KARESATEKE NÊZÎK

Zehdî hişyariya dirêjbûna şer da û got: "Dirêjbûna şer lêçûna pereyan jî zêde dike ku lêçûna her rojekê niha zêdetirî nîv milyar dolar e hemwextî ku berhemdayîna Sûdanê ne zêdetirî 34 milyar dolar e. Her du alî agirbestan qebûl dikin lê belê lihevkirinan qebûl nakin, ji ber ku di agirbestan de derfet ji wan re vedibin ku xwe di aliyê çek û lojîstîk de xurt bikin û birîndarên xwe derman bikin, anku agirbest ji bo her du aliyan navberek e da ku xwe ji nû ve ji şer re amade bikin ne aştiyek e."

(mh)

ANHA