Bi hezaran şêniyên Helebê berê xwe didin Şehbayê

Bi hezaran şêniyên Helebê ji bo tev li çalakiya girseyî bibin, berê xwe didin Şehbayê.

Bi hezaran şêniyên Helebê berê xwe didin Şehbayê
9 gulan, 2023   08:50
HELEB

Ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê vê sibehê 2 karwanên şêniyan herikîn kantona Şehbayê da ku beşdarî çalakiya girseyî bibin ku dê bi banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û piştgiriya Partiya Çepên Kesk were lidarxistin.

Girse li gel hildana posterên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên "Bê serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana Efrînê" di rêya benda Sekayê ya Helebê  berî dan Şehbayê.

(bb)

ANHA