​​​​​​​'Fikrê Rêber Abdullah Ocalan ji bo me mîras e û divê em wî biparêzin'

Endamên Kongra Star tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya rêxistinên hiqûqî di serî de CPT'ê şermezar kir û destnîşan kir ku fikrê wî ji bo wan mîras e ku divê bê parastin.

​​​​​​​'Fikrê Rêber Abdullah Ocalan ji bo me mîras e û divê em wî biparêzin'
8 gulan, 2023   23:47
HELEB

Tecrîdeke giran ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li ser Rêber Abdullah Ocalan ê ku rêya têkoşînê ji jinan re daniye û rola wê di civakê de vegerandiye, dide meşandin.

Endamên Kongra Star a Helebê tecrîd û bêdengiya navneteweyî ya li hember wê şermezar kir û soza domandina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da.

/kr/uploads/files/2023/05/08/200529_-.webp

Endama Navenda Perwerdeyê ya Kongra Star Muna Kibik destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan girîngiyeke mezin da jinan û ji bo pêşxistina wan di civakê de gelekî ked da.

Muna wiha domand: "Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li ser tevahiya gel bi taybetî li jinan e, ji ber ku dewletên kapîtalîst ên ku jinan wek kole dibînin azadiya jinan napejirînin û nahêlin ew di civakan de bibin xwedî rol. Lê belê tevî wê jî û bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan jin rizgar bûn û êdî pêşengiya civakê dikin. Fikrê Rêber Abdullah Ocalan çareseriya hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn in, ji ber wê jî tecrîd li ser wî girantir dibe."

'RIHÊ RÊBER ABDULLAH OCALAN AZAD E'

Muna bang li hemû jinan kir ku têkoşînê bidomînin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

/kr/uploads/files/2023/05/08/200509_-.webp

Sozdar Mihemed jî wiha axivî: "Rêber Abdullah Ocalan mîraseke mezin ji jinan re hişt, lê belê ya girîng ew e ku em xwedî li vê mîrasê derkevin û wê biparêzin.”

Sozdar piştrast kir ku Rêber Abdullah Ocalan tenê bi awayekî fîzîkî girtî ye, lê belê rihê wî di nav gelê wî de ye û got: "Em ê heta bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bidomînin."

FIKR Û FELSEFEYA RÊBER ABDULLAH OCALAN LI SERANSERÎ CÎHANÊ BELAV BÛYE

/kr/uploads/files/2023/05/08/200453_-.webp

Endama Koordînasyona Kongra Star Roşîn Mûsa got: "Tecrîdeke giran li Rêber Ocalan tê ferzkirin, hevdîtinên wî bi malbat û parêzeran re tên qedexekirin. Tu agahî der barê tenduristiya wî de nayên girtin. Divê ev tecrîd bi dawî bibe û hevdîtin pê re pêk werin.”

Roşîn wiha pê de çû: “Fikrê Rêber Abdullah Ocalan li seranserî cîhanê belav bûye. Em dibînin çawa jin ji hemû pêkhateyan banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin. Ev nîşan dide ku fikrê wî di nav jinan de nexasim jinên bindest belav bûye."

Roşîn destnîşan kir ku rêxistinên navneteweyî û yên mafên mirovan hevkarên dewleta Tirk a dagirker in û got: "Em ê çalakî û têkoşîna xwe heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bidomînin."

 

RÊXISTINÊN HIQÛQÎ LI HEMBER DOZA RÊBER ABDULLAH OCALAN BÊDENG IN

/kr/uploads/files/2023/05/08/200421_-.webp

Têkildarî heman mijarê, Elîfe Hesen got: "Berê jin hertim berpirsa civakê bû, lê piştî ku hişmendiya baviksalariyê derket ew ji mafên xwe bêpar hatin hiştin. Rêber Abdullah Ocalan jî bi fikr û felsefeya xwe li dijî vê yekê tê koşiya. Rêber Abdullah Ocalan rêya azadî û têkoşînê ji bo jinan danî da ku ew wek berê rola xwe di civakan de bilîzin."

Der barê bêdengiya rêxistinên navneteweyî ya li hember tecrîdê de Elîfe Hesen got: "Doza rêbertî, dozeke cîhanî ye. Ji ber ku banga azadiya hemû gelên bindest kir. Dema rêbertî dîl girt, xwestin serî ji bedenê qut bikin lê çi dikin bila bikin fikrê wî di nava gelan de dê zindî bimîne.

Di dawiyê de Elîfe wiha anî ziman: “Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan kiryarekî dermirovî ye. Rêxistinên navneteweyî û yên mafên mirovan di serî de CPT'ê li hember vê yekê bêdeng in. Em vê tecrîdê û bêdengiya navneteweyî şermezar dikin.”

(mh/şx)

ANHA