Bêdengiya rêxistinên navneteweyî li hemberî sûcên dagirkeran hat rexnekirin

Komîteya Şilêr a Şopandina Mafê Zarokan, destdirêjiya ku çeteyan li zaroka Efrînê kiriye bi tundî şermezar kir. Komîteyê bêdengiya saziyên navnetewî jî rexne kir û xwest ku hesab ji dewleta Tirk a dagirker were pirsîn.

Bêdengiya rêxistinên navneteweyî li hemberî sûcên dagirkeran hat rexnekirin
9 gulan, 2023   03:27
QAMIŞLO – XALID ETÊ

Komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ku rojane hovîtiyan dikin, 6’ê Gulanê (2023) jî li Efrînê destdirêjî kiribû. Serçeteyê koma bi navê El Amşat (Suleyman Şah) Ehmed Memduh tecawuzî zarokek 10 salî kiribû.

Li hember vî sûcî Komîteya Şilêr a Şopandina Mafê Zarokan destnîşan kir ku sûcekî wiha beşek ji siyasetên dermirovî yên dewleta Tirk a dagirker e li dijî gelê Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Endama rêveber a Komîteya Komîteya Şilêr a Şopandina Mafê Zarokan Jûlya Xelo ji ajansa me re destnîşan kir ku tecawîzkirina jinan û zarokan û sûcên kuştinê yên ku li deverên dagirkirî tên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bi zanabûn tên kirin, hatine paşguhkirin û diyar kir ku ev helwesta neyînî, nahêle sûcên ku rojane li herêmên dagirkirî tên kirin, neyên belgekirin.  

Jûlya wiha domand: "Tecawîzkirina zaroka 10 salî ji aliyê serçeteyekî dewleta Tirk a dagirker ve ne yê yekemîn e. Yek ji rêzesûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jinan û zarokan e. Bi van siyasetan, jiyana vê zarokê û bi hezaran zarokên li herêmê dagirkirî, wêran kir.”

Jûlya her wiha helwesta aliyên hiqûqî û rêxistinên berpirs şermezar kir û got: “Mirovahî di vê serdemê de êşeke mezin dikişîne. Tiştê ku zêdetir diêşîne ew e ku ev sûc li ber çavên rêxistinên mirovî û hiqûqî tên kirin. Lê dîsa jî bêdeng in û tenê li gor berjewendiyên xwe tevdigerin.”

Jûlya bi navê Komîteya Komîteya Şilêr a Şopandina Mafê Zarokan sûcên li dijî mirovahî û zarokatiyê şermezar kirin û bang li aliyên hiqûqî kir ku helwesteke cidî li hember dagirkeriya Tirk û kiryarên wê nîşan bidin û dewleta Tirk a dagirker li dadgehên navneteweyî darizînin.

(mh/şx)

ANHA