​​​​​​​Li Qamişlo amadekariya çalakiyeke girseyî tê kirin

Li Qamişlo di 10'ê Gulanê de li ser asta herêma Cizîrê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û destekdayîna Partiya Çepên Kesk di hilbijartinên Tirkiyeyê de, amadekariyên lidarxistina çalakiyeke girseyî tê kirin.

​​​​​​​Li Qamişlo amadekariya çalakiyeke girseyî tê kirin
9 gulan, 2023   04:39
QAMIŞLO

Di çarçoveya çalakiyên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û destekdayîna Partiya Çepên Kesk di hilbijartinên Tirkiyeyê de tên lidar xistin, şêniyên Herêma Cizîrê amadekariya lidarxistina çalakiyeke girseyî di 10`ê Gulanê de dikin.

Çalakî dê bi dirûşma "Azadiya rêber APO misogeriya demokrasî û aramiya herêmê ye" û bi beşdariya şêniyên bajêr, navçe û gundên kantonên Qamişlo û Hesekê li dar bikeve.

Tê payîn ku çalakî piştî ku şandeyên wan herêman saet di 12:00`an de bigihîjin qada Stadê Şehîdên 12'ê Adarê ya Qamişlo, dest pê bike.

BANGÊN TEVLÊBÛNÊ

/kr/uploads/files/2023/05/08/200703_-.webp

Endama Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kenan Berakat bang li tevahiya gelê herêmê yê Kurd, Ereb, Ermen û Aşûr kir ku tev li vê çalakiyê bibin.

Der barê armancên çalakiyê de Berakat got: "Armanc ji vê çalakiyê ew e ku gel nerazîbûna xwe ya li hember tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan nîşan bidin û banga azadiya wî ya fîzîkî bikin."

Berakat destnîşan kir ku azadiya hemû gelan bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye, ji ber wê jî beşdariya di çalakiya 10'ê Gulanê de hêviya misogeriya azadiyê ye.

(mh)

ANHA