​​​​​​​Şêniyên Dêrazorê ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan şêniyên Dêrazorê bi meşekê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

​​​​​​​Şêniyên Dêrazorê ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
8 gulan, 2023   12:44
DÊRAZOR

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan ji bo azadiya fîzîkî Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist. Bi dehan şêniyên gundewarê rojava yê Dêrazorê beşdarî meşê bûn.

Meş ji deriyê ketina bajarokê Sewa ber bi çerxerêya bajarokê ve dest pê kir. Di meşê de posterên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên "Bi azadiyê em ê bi serkevin" hatin hildan. Her wiha dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" û "Hilweşe komploya navneteweyî" hatin berzkirin.

Meş li çerxerêya bajarokê rawestiya. Li vir endamê şaxê Dêrazorê yê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyayê Hesen El Mehmûd axivî û got: "Bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên ciwan em dibêjin îradeya gelan ji sûrên girtîgeha Îmraliyê bihêztir e."

Hesen El Mehmûd anî ziman ku ciwanên li ser fikrê Rêber Abdullah Ocalan perwerde bûne dê dawî li tecrîd û dagirkeriyê bînin.

Hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Fethî El Itêş bang li rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî kir ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û hesabxwestina ji dewleta Tir bikevin tevgerê. Her wiha got bi saya ramanê Rêber Abdullah Ocalan gelan azadiya xwe bi dest xistin û jinan mafên xwe bi dest xistin.

Fethî El Itêş bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku li derdora projeya Rêveberiya Xweser kom bibin û li hemberî planên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê bisekinin. Her wiha ji penaberên Sûriyeyê yên ku nasnameyên tirîk wergirtine xwest ku dengê xwe nedin AKP‘ê.

(bb)

ANHA