Li Şehbayê çalakiyeke girseyî li dar dikeve

Ji bo banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û piştgiriya Partiya Çepên Kesk sibê çalakiyeke girseyî li Şehbayê tê lidarxistin.

Li Şehbayê çalakiyeke girseyî li dar dikeve
Li Şehbayê çalakiyeke girseyî li dar dikeve
Li Şehbayê çalakiyeke girseyî li dar dikeve
Li Şehbayê çalakiyeke girseyî li dar dikeve
Li Şehbayê çalakiyeke girseyî li dar dikeve
Li Şehbayê çalakiyeke girseyî li dar dikeve
Li Şehbayê çalakiyeke girseyî li dar dikeve
8 gulan, 2023   12:42
ŞEHBA

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û piştgiriya Partiya Çepên Kesk, amadekariyên lidarxistina çalakiyeke girseyî li ser asta kantona Şehbayê tên kirin.

Çalakî dê sibê (Sêşemê) saet di 12:00’an de bi dirûşma "Azadiya Rêber Apo mîsogeriya azadî û aştiya herêmê ye" li gundê Elûşe yê navçeya Ehdasê li dar bikeve.

Endamê komîteya amadekar a çalakiyê Mehmûd Reşîd diyar kir ku dê niştecihên Şehba, şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û koçberên Efrînê beşdarî çalakiyê bibin.

Komîteya Çalakiyan a Kantona Efrîn û Şehbayê ku ji Desteya Şaredariyan, Kongra Star, Meclisa Malbatên Şehîdan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê pêk tê, amadekariyên çalakiyê bi dawî dikin.

(bb)

ANHA