Bertekên li hember tecawizkirina zarokekê li Efrînê zêde dibin

Rêxistinên jinan û zarokan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tecawizkirina zarokekê li Efrînê şermezar kir û banga bidawîkirina dagirkeriyê û cezakirina sûcdaran kir.

Bertekên li hember tecawizkirina zarokekê li Efrînê zêde dibin
Bertekên li hember tecawizkirina zarokekê li Efrînê zêde dibin
Bertekên li hember tecawizkirina zarokekê li Efrînê zêde dibin
8 gulan, 2023   12:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Bertekên li hember sûcên tecawizkirina zaroka 10 salî li navçeya Şiyê ya Efrîna dagirkerî ji aliyê serçeteyekî girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve berdewam dikin.

Nivîsgeha Jinan a Saziya Olî ya Kongreya Îslama Demokratîk a bajarên Heleb û Minbicê di daxuyaniya xwe de sûcê li dijî zaroka 10 salî şermezar kir û got: “Ev sûc nîşaneya fikrê dijberî Îslamê ye.”

Her wiha hat destnîşankirin ku tevahî cîhan çavên xwe li sûcên dagirkeran ên li Efrînê digire û zulm û kiryarên li dijî jin û zarokan bi taybet tên kirin paşguh dikin.

Kongra Star a herêma Firatê jî bang li rêxistinên hiqûqî û rêxistinan mafên zarokan kir ku li hember van sûcan bêdeng nemînin û dawiyê li van sûcan bînin.

ANHA