Artêşa Tirk bikaranîna çekên qedexekirî didomîne

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên qedexekirî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.

Artêşa Tirk bikaranîna çekên qedexekirî didomîne
8 gulan, 2023   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“7'ê Gulanê saet di 15:55'an de artêşa Tirk a dagirker êrişî Girê Şehîd Axîn yê herêma Xakurkê kir. Hêzên me jî bersiv da êrişan.

7'ê Gulanê saet di 16:30'an de li Girê Şehîd Şahan, hêzên me bersiv dan êrişên artêşa Tirk a dagirker.

6 û 7'ê Gulanê çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê 3 caran bi çekên qedexekirî hatin bombekirin.

5'ê Gulanê qada Deşta Kafya ya Garê 7 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

6 û 7'ê Gulanê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê FM'ê, çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê 26 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

Artêşa Tirk a dagirker hewl dide çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê bi kepçeyan hilweşîne."