​​​​​​​Gerînendetiya Bazirganiyê belavkarên şekir diyar kirin

Gerînendetiya Bazirganiyê ya Desteya Aborî ya Herêma Firatê lîsteya navên bazirganên ku dê şekir belav bikin, derxist.

​​​​​​​Gerînendetiya Bazirganiyê belavkarên şekir diyar kirin
8 gulan, 2023   11:44
KOBANÊ

Gerînendetiya Bazirganiyê ya Desteya Aborî ya Herêma Firatê ji ajansa me re diyar kir ku bi hevkariya Saziya Newroz a Bazirganiyê lîsteya navên bazirganên ku dê şekir li şêniyên herêmê belav bikin, derxist.

Ev çend meh e şekir li herêma Firatê kêm bûye û tê diyarkirin ku sedema vê jî keysbaziya bazirganan e. Rojane bi sedan kes ji bo bidestxistina şekir berê xwe didin Saziya Newroz.

Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser 4‘ê Gulanê bi biryarekê depokirina şekir qedexe kir û buhayê wê diyar kir.

Li gorî biryarê, bazirganên ku ji bo kesybaziyê şekir veşêrin an jî depo bikin, cezayê pere lê tê birîn û heta 3 mehan nikare karê bazirganiyê bike. Bazirganên ku vî kiryarê dubare bikin 2 salan bazirganî lê tê qedexekirin.

(bb)