​​​​​​​‘Sûcê tecawizê delîlê hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê ye’

Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk tecawizkirina zarokekê li Efrînê, şermezar kir û got "Ev sûc delîlê hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ye.”

​​​​​​​‘Sûcê tecawizê delîlê hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê ye’
8 gulan, 2023   10:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk li kantonên Hesekê û Qamişloyê bi daxuyaniyeke hevbeş tecawizkirina zaroka 10 salî ya ji aliyê çeteyekî ve li navçeya Şiyê ya Efrîna dagirkirî, şermezar kir.

Li Hesekê daxuyanî bi beşdarbûna endamên Kongra Star û saziyên olî li pêşiya avahiya Kongra Star a li taxa Merşo hat dayîn û ji aliyê endama Meclisa Jinan a kongreyê Neda Hesen ve hat xwendin. Daxuyaniya li Qamişloyê jî ji aliyê endama meclisê Ebîr Şîtî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku sûcê tecawîzkirina zaroka 10 salî delîlê hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ye.

Di daxuyaniyê de bêdengiya cîhanê ya li hemberî sûcên dagirkeran ên li dijî jin û zarokan hat şermezarkirin.

Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk bang li saziyên hiqûqî û mirovî kir ku li hemberî sûcên li dijî şêniyên Efrînê bisekinin û got: "Li zarokên Efrînê binêrin, li qurbaniyên dagirkeriya dewleta Tirk binêrin. Hûn in ên ku banga aştî û mafên mirovan dikin, lê ji van sûcên hovane re hûn li ku derê ne, ji sûc û zilma ku li ser zarokên Efrînê re hûn li ku ne?"

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XfP40hTYc5Y" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>