Rojnameyên cîhanî: Vegera Sûriyeyê li komkarê serketina Esed û binkeftina DYA’yê ye

Vegera Sûriyeyê ya li Komkara Erebî manşetên rojnameyên cîhanê ye. Rojnameyeke amerîkî vegera Sûriyeyê ya li komkarê spart lawazbûna Washingtonê. Şîrovekarekî siyasî jî wekî şikandina îzolekirina ya Sûriyeyê û serketina dîplomasiya Esed wesifand.

Rojnameyên cîhanî: Vegera Sûriyeyê li komkarê serketina Esed û binkeftina DYA’yê ye
8 gulan, 2023   07:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên cîhanê di hejmarên xwe yên îro de cih da vegera Sûriyeyê ya li Komkara Erebî.

‘KOMKARA EREBÎ VEGERA SÛRIYEYÊ PEJIRAND’

Rojnameya Financial Times a Brîtanyayê wiha nivîsî: "Piştî serdanên dîplomatîk ên bi serokatiya Erebistana Siûdî ya têkildarî dan û standinên bi Sûriyeyê re, vegera Sûriyeyê ya li komkarê hat pejirandin.”

Rojnameyê li ser zimanê dîplomatan ragihand ku hinek dewlet, wekî Kuwêt, Misir û Urdinê berê li dijî vegera Sûriyeyê ya li Komkara Erebî bûn, lê Riyadê ev mijar di civîna wezîrên karên derve ya meha borî ya li Cedayê de hel kir. Muxalif difikirin ku Esed piştî ku bi piştevaniya leşkerî ya ji aliyê Îran û Rûsyayê bi hovîtî nêzîk bû, xwe neguhert, ruxmî vê yekê jî piştî zextên Erebistana Siûdî û Îmaratê vegera wî ya li komkarê hat pejirandin.

Di çend hefteyên borî de, Erebistana Siûdî û Îmaratê endamên din ên komkarê îqna dikirin ku ji bo vegera Sûriyeyê ya li Komkara Erebî dengê xwe bidin. Dîplomatekî herêmî got di dawiyê de Misir, Urdin û Kuwêtê qebûl kir. Qeterê jî ku ya yekane ye hîna li ber xwe dide, di dawiya civînê de jî erê kir û vegera Sûriyeyê ya li Komkara Erebî wekî ku bandorê li cihê Sûriyeyê yê li herêmê nake, wesif kir."

‘JI BER LAWAZBÛNA AMERÎKAYÊ SÛRIYE CAREKE DIN TEV LI KOMKARA EREBÎ BÛ’

Rojnameya The Wall Street Journal a Amerîkayê vegera Sûriyeyê ya li Komkara Erebî wek paşketina hegemonyaya DYA’yê yê ya li Rojhilata Navîn nîşan da.

Rojnameyê li ser zimanê rayedaran got qebûlkirina vegera Sûriyeyê li Komkara Erebî nîşan dide ku siyasetên navneteweyî yên ku Sûriye îzole kirin, îsbat dike ku bi demê re encamên ters bi xwe re tîne, di encamê de hegemonyays Îranê xurt dike."

Di nivîsê de hate diyarkirin: "Li gorî şêwirmendên hikumeta Sûriye û berpirsên Ereb, Sûriye beriya civînê hinek tawîzên biçûk wekî şertên pêşîn ên qebûlkirinê vegera wê ya li komkarê da. Di civîna hefteya borî ya li Emanê de, Şamê qebûl kir ku bi hezaran penaberên Sûriyeyê yên ku niha li Urdinê dijîn, bi ewle vegerin warê xwe. Her wiha hikumet di têkoşîna li dijî hişbirê ya li derveyî Sûriyeyê bi cîranan re hevkar be."

Li gorî heman rojnameyê biryara vegerandina Sûriyeyê li Komkara Erebî redkirina berjewendiyên Amerîkayê yên li herêmê ye. Di heman demê de nîşan dide ku dewletên Rojhilata Navîn êdî siyasetên serbixwe bêyî metirsiyên rojavayî saz dikin.

Rojnameya Ereb News a Erebistana Siûdî jî wiha nivîsî: "Komkara Erebî roja Yekşemê, rejîma Sûriyeyê ji nû ve nas kir. Bi vê yekê tecrîdkirina Sûriyeyê ku zêdetirî 10 salan dewam kir, bi dawî bû. Her wiha serok Beşar Esed vegerand civata Ereban.

Şîrovekarê siyasî Fabrice Balanche got îzokirina Sûriyeyê ya herêmî fermî hat şikandin. Her wiha biryara roja yekşemê wekî serkeftina dîplomasiyê wesif kir."

(bb)