​​​​​​​Jinan qetilkirina Nûra şermezar kir û banga hesabpirsînê kir

Jinên kantona Qamişloyê ji Meclisa Edaleta Civakî xwest ku hesab ji kujerên jina ciwan a bi navê Nûra Îbrahîm bipirsin û cezayên giran li wan bibire.

​​​​​​​Jinan qetilkirina Nûra şermezar kir û banga hesabpirsînê kir
8 gulan, 2023   00:15
QAMIŞLO- SILAVA EBDUREHMAN

Li gorî Rêxistina Sara ya Dijî Tundiya li ser Jinan, 24’ê Nîsana borî jina bi navê Nûra Silêman Îbrahîm (19) ku dayika zarokeke 3 salî ye, ji aliyê kesê bi navê Wedah Ehmed Îbrahîm yê ji Til Hemîsê yê ku pêre hatiye zewicandin ve hat qetilkirin.

Jin û rêxistinên jinan ên kantona Qamişloyê bertekên tund nîşanî qetilkirina Nûra Îbrahîm da û ji saziyên têkildar xwest ku cezayên giran bidin kujer.

/kr/uploads/files/2023/05/07/190420_-large.webp

Jina bi navê Celîla Xelîl a ji navçeya Amûdê bang li Meclisa Edaleta Civakî kir ku derbarê qetilkirina Nûra de lêpirsînê veke û cezayên giran bide kesên destên wan di qetilkirinê de heye.

Celîla Xelîl qetilkirina jinan bi sûcekî tirsonek û dermirovî bi nav kir û got, jin çavkaniya jiyanê ye afrînera siberojê ye. Her wiha tevahî sûcên li dijî jinan şeremzar kir û diyar kir ku tevahî sûcên li dijî jinan têne kirine, binpêkirina mafên wan e.

/kr/uploads/files/2023/05/07/190446_-large_1.webp

Jina bi navê Şehnaz Îbrahîm jî qetilkirina Nûra şeremzar kir û wiha domand: "Zewicandina keçan a di temenê biçûk de sûcekî mezin e. Pirê caran zarok ji aliyê kesên ku pêre tê zewicandin ve rastî tundiyê tê û car caran tên kuştin û mafên wan tên çewisandin."

Şehnaz bang li malbatan kir ku keçên xwe di temenê biçûk de nezewicînin, her wiha bandorên neyinî  yên di aliyê tenduristî û civakî de yên zewicandina zarokan jî destnîşan kir.

Şehnaz Îbrahîm bi domdarî got: "Mafê tu kesî nîne rihê jinekê bikuje. Li hemberî van sûcan wê bersiva me hişk be. Em ê li hemberî tevahî binpêkirinên ku dijî me têne kirin, rabin."

/kr/uploads/files/2023/05/07/190500_-large.webp

Nûra Gêlo jî qetilkirina Nûra Îbrahîm şeremzar kir û bang li tevahî jinan kir ku li hemberî sûcên li dijî jinan û ji bo mîsogerkirina mafên xwe yekitiya xwe ava bikin.

Nûra Gêlo xwest ku cezayên giran li qatilan were birîn û wiha dom da axaftina xwe "Qetilkrina jinan sûcek li dijî mirovahiyê ye ku ne ol û ne jî pîvanên exlaqê qebûl dike. Cezayê darvekirinê layîqî kujer e."

Nûra Gêlo bang li rêxistinên jinan jî kir ku li hemberî van sûcan têkoşînê xurt bikin.

(bb)

ANHA