'Armanca sereke ya têkoşîna me azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e'

Şênî û malbatên şehîdan diyar kir ku tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan li dijî tevahî Kurdan û gelên Rojhilata Navîn e û gotin: “Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan armanca sereke ya têkoşîn û berxwedana me ye.”

'Armanca sereke ya têkoşîna me azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e'
7 gulan, 2023   23:34
QAMIŞLO-KELSÛME ELÎ

Boruya Hiqûqê ya Sedsalê di demên dawîn de daxuyaniyek da û diyar kir ku ev 25 meh in tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nehatine wergirtin û ew di bin tecrîdeke girankirî de li girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin. Boruyê bang li her kesê kir ku li gorî vê hesasiyetê tevbigerin.

Şênî û malbatên şehîdan ên navçeya Dêrik a girêdayî kantona Qamişloyê têkildarî mijarê ji ajansa me re axivîn.

′TUNEKIRINA KURDAN DI ŞEXSÊ RÊBERTÎ DE ′

/kr/uploads/files/2023/05/07/190301_-.webp

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Ebdurehman Elî bal kişand ser armancên tecrîda giran a li dijî Rêber Abdullah Ocalan û got: "Ev tecrîd li dijî gelê Kurd û tevahî gelên azadîxwaz ên Rojhilata Navîn e jî. Sedsala Peymana Lozanê bi dawî dibe, ji lew re dewleta Tirk tevî dewletên kapîtalîst hewl dide ku di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de têkoşîna Kurdan tune bike."

Elî bang li CPT′yê kir ku bi erkên xwe yên li hember Rêber Abdullah Ocalan rabe, dawî li tecrîdê bîne, bihêle ku parêzer û malbat hevdîtinê bi Rêber Ocalan re bikin, û wiha domand: "Dewleta Tirk zêdetirî 24 sal in ji ber tirsa ji felsefeya rêbertî tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan dişidîne."

′ARMANCA ME YA SEREKE TÊKOŞÎNA JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBERTÎ YE′

/kr/uploads/files/2023/05/07/190231_-.webp

Welatiya bi navê Rewşen Reşîd jî siyasetên CPT′yê yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û tecrîd şermezar kirin.

Rewşen got ku ew li ser bingeh û fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe li Rojava dewam dikin û diyar kir ku fikirê Rêber Abdullah Ocalan yekane rêya rizgariya ji rejîmên destpot e û wiha dom kir: "Têkoşîn û berxwedana ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan armanca me ya sereke ye."

/kr/uploads/files/2023/05/07/190247_-.webp

Welatiyê bi navê Salih Îsmaîl jî bal kişand ser girîngiya fikrê Rêber Abdullah Ocalan ji bo hevgirtina gelan li dijî sîstema kapîtalîzmê ya cîhanî û bang li her kesê kir ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah têkoşînê bilind bikin.

(fr/c)

ANHA