Şêniyên Dêrazorê sersaxî da malbatên şehîd Bozan, Xemlîn û Melka

Şêniyên Dêrazorê sersaxî da malbatên şehîd Bozan Mehmûd, Xemlîn Şahîn û Melka Nasir El Ayid û soza şopandina rêya wan heta pêkanîna serkeftinê da.

7 gulan, 2023   17:18
DÊRAZOR

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bo şehîd Bozan Mehmûd, Xemlîn Şahîn û Melka Nasir El Ayid merasîma sersaxiyê li qada Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Seba Kîlo ya Dêrazorê li dar xist. Ew hersê şehîd di 3'yê Gulana 2023'yan de di encama qezayeke trafîkê de li ser rêya Dêrazor - Hesekê şehîd bûbûn.

Di merasîmê de şêniyên Dêrazorê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û hêzên leşkerî, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û rûspiyên Dêrazorê beşdar bûn.

Di serî de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê Ebîr El Salih sersaxî da malbatên şehîdan û got: "Divê em xwedî li wan lehengan derkevin û rêya wan bişopînin".

Her wiha, endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn - Jin ên Dêrazorê Seher El Mustefa destnîşan kir ku şehîd Xemlîn nimûneya çalakbûnê bû, şehîd Melka jî di serhildana li dijî kevneperestiyê nimûne bû û şehîd Bozan nimûneya rihê ciwanan bû.

Di dawiya merasîmê de hevserokê Komîteya Hundirîn Mihemed El Zayid got: "Rêveberiya Xweser, Rêveberiya Sivîl, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo rûniştandina têgihên biratiya gelan û mafên jinan û parastina hevbeş gelek şehîd dan."

 (mh/şx)

ANHA