`Birayê min ev rê hilbijart em jî soz didin ku rêya wî temam bikin`

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mehmûd Diyab li Goristana Şehîd Rustem Cûdî veşart û soza şopandina rêya şehîdan da ta ku Sûriyeyeke demokratîk û azad pêk were.

`Birayê min ev rê hilbijart em jî soz didin ku rêya wî temam bikin`
`Birayê min ev rê hilbijart em jî soz didin ku rêya wî temam bikin`
`Birayê min ev rê hilbijart em jî soz didin ku rêya wî temam bikin`
`Birayê min ev rê hilbijart em jî soz didin ku rêya wî temam bikin`
`Birayê min ev rê hilbijart em jî soz didin ku rêya wî temam bikin`
`Birayê min ev rê hilbijart em jî soz didin ku rêya wî temam bikin`
`Birayê min ev rê hilbijart em jî soz didin ku rêya wî temam bikin`
7 gulan, 2023   16:17
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê û endamên saziyên sivîl û leşkerî yên navçeyê ji bo oxirkirina cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Mihemed Diyab berê xwe da Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya gundê Berkevirê.

Di merasîma oxirkirina cenazeyê şehîd Mehmûd Diyab de yê ku li navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo şehîd bûye de, karwanê wesayîtan ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê ber bi goristana şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê ve bi rê ket.

Li goristanê, hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê Edla Misto sersaxî ji bo malbata şehîd re xwest û soz da ku rêya şehîdan berdewam bikin ta ku armancên wan pêk bînin û Sûriyeyeke demokratîk ava bibe.

Piştre, endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Bircus Dirbêsiyê axivî û soza şopandina şehîdan heta pêkanîna armancên wan da.

Bi navê malbata şehîd, birayê şehîd Samir Diyab wiha axivî: "Birayê min ev rê hilbijart, em jî soz didin wî ku xwedî li armancên wî derkevin û ewlehiya herêmê biparêzin."

Di dawiya merasîmê de, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Îman Dadûş wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbata wî kir. Piştre cenazeyê şehîd di tilîliyên dayikan de hat oxirkirin.

(mh/şx)

ANHA