​​​​​​​`Refi El Meqam` komkujiyên ermenan rave dike

Komîteya Çalakiyan a Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê şanoyek bi navê Refi El Meqam (Bilindkirina Meqamê) li Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Dirbêsiyê pêşanda.

​​​​​​​`Refi El Meqam` komkujiyên ermenan rave dike
​​​​​​​`Refi El Meqam` komkujiyên ermenan rave dike
​​​​​​​`Refi El Meqam` komkujiyên ermenan rave dike
​​​​​​​`Refi El Meqam` komkujiyên ermenan rave dike
​​​​​​​`Refi El Meqam` komkujiyên ermenan rave dike
​​​​​​​`Refi El Meqam` komkujiyên ermenan rave dike
7 gulan, 2023   18:25
QAMIŞLO

Komîteya Çalakiyan a Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Hesekê pêşandana şanoya Refi El Meqam li deverên cuda yên kantonê didomîne, piştî ku cara yekemîn di salvegera komkujiyên Ermenan de li Navenda Çand û Hunerê ya Serdemê li Hesekê hatibû pêşandan. 

Îro Komîteya Çalakiyan a Desteya Perwerde û Fêrkirinê û Komîteya Çalakiyan a Rêveberiyên Dibistanan a navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê şano li Navenda Çand û Hunerê ya navçeyê pêşanda.

Şano balê dikişîne ser çîrokên komkujiyên ku împeratoriya Osmanî di 1915'an de li dijî Ermenan pêk anîne. Şano ji derhêneriya endamê Komîteya Çalakiyan Azad Hac Mihemed e.

Bi dehan şagirtên dibistanên navîn û amadehî yên navçeyê û mamosteyên wan li şanoyê temaşe kir.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şano di encama karekî hevbeş ê Komîteya Çalakiyan û Meclisa Civakî ya Ermenî de ku xebatên piştî du mehan temam bûne. Koma şanoyê ya Ararat ji şagirtên behremend ên Ermen pêk tê, lê piştre gelek ciwan ji pêkhateyên din tev lê bûn.

(mh/şx)

ANHA