Mîhrîcana Orkêş a Mûzîkê hate paşxistin

Komîteya amakdar a Mîhrîcana Orkêşê ya Mûzîkî ya 2′yemîn heta 11 mehê bi paş xist. Lê diviyabû îro bihata lidarxistin.

Mîhrîcana Orkêş a Mûzîkê hate paşxistin
5 gulan, 2023   07:32
QAMIŞLO

Mîhrîcan ji bo bîranîna şehîd Mizgîn (Gurbet Aydin), şehîdên Tevgera Çand û Hunerê ya Kurdistanê ji hêla Tevgera Mezopotamaya ya Çand û Hunera Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê û Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan ve tê lidarxistin.

Divê îro mîhrîcan bihata lidarxistin, lê heta 11′ê Gulanê hate paşxistin. Ji ber ku amadekarî bi dawî nebûn û hin rewşên ewlehiyê ne guncaw in.

Ajansa me hûrgilî û armancên mîhrîcanê duh parve kirin.

(fr)

ANHA