Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşeroja wêjeyê

Beşdarên çalakiyên Hefteya Wêjeyê ya ku di dirêjahiya 6 rojan de li Kobanê hatiye lidarxistin, got lidarxistina mîna van çalakiyên wêjeyî tevgereke erênî ye û anî ziman ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li benda pêşerojeke pêşketî ya wêjeyê ye.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşeroja wêjeyê
5 gulan, 2023   07:16
KOBANÊ-CUMA MIHEMED

Di 29′ê Nîsanê de çalakiyên Hefteya Wêjeyê bi dewreya Melayê Cizîrî de hate destpêkirin. Tê de rewşenbîr, nivîksar, helbestvan û kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girîngiyê didin wêjeyê beşdar bûn. Ev çalakî heta duh dewam kirin û tê de gelek mijarên girêdayî wêjeyê hatin nîqaşkirin.

Di Hefteya Wêjeyê de rexnegiriya wêjeyê ji aliyê ast û bandora wêjeyê hatin nîqaşkirin. Li kêlek wê jî gelek helbest û çîrok bi zimanên Erebî û Kurdî hatin xwendin.

′PÊŞEROJA WÊJEYA KURDÎ DI PÊŞKETINÊ DE YE′

Nivîskar Merwan Berekat ku beşdarî çalakiyên Hefteya Wêjeyê bûye û semîner li ser ′Roman û Modernîte′ di çalakiyên roja sêyemîn daye wiha got: "Wêje ruhê gelan e. Dema mirov bixwaze her gelekî nas bike û asta pêşketina zihniyeta wê nas bike, divê wêjeya xwe bixwîne."

Berekat wiha domand: "Ji lew re em dibînin ku lidarxistina mîna van çalakiyan li Rojava bi navê Hefteya Wêjeyê, bê guman tiştekî balkêş e û cihê qîmetdayînê ye. Kesên beşdar dibin û dixwazin asta wêje bizanin û semînerên curbecur bişopînin cihê sûdwariyê ye. Em li vir sûdwar in û sûdê didin."

Li ser bersivdana pirsa wêjeyê li Rojavayê Kurdistanê di çi astê de ye Merwan Berekat wiha pê de çû: "Bê guman di vê demê de nirxandineke temam çênabe. Ji ber ku pênûsa renxengeriyê neketiye wêjeya Kurdî û wergerandinê. Lê bi nêrîna min, pêşeroja wêjeya Kurdî li Rojava rojane pêş dikeve. Têkiliya vê jî bi rewşa niha re û encamên şoreşê hene. Pênûsa azad û her kesek wek dixwaze dinivîse."

Berekat wiha dawî li gotina xwe anî: "Ya balkêş û dihêle ez serbilind bim, ew e ku piranî berhemên wêjeya curbecur bi zimanê Kurdî tê nivîsandin û pirtûkxaneya Kurdî dewlemend dike. Bê guman pêşerojeke pêşketî li benda me ye û me kêfxweş dike."

′BANGÊN KU ÇALAKÎ WERIN BILINDKIRIN′

Li aliyekî din jî helbestvan Ehmed Yûsif û hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê got: "Çalakiyên wêjeyî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên lidarxistin tevgereke pir erênî ye. Ew yek piştî êşên li van herêman di aliyên siyasî û leşkerî de û êrişa çandî çêbûn, pêk hat. Divê ev tevgera wêjeyî bi awayekî xurt hebe. Em ê tiştên hatin xerabkirin sererast bikin."

Yûsif wiha domand: "Me desthilatî bi hemû qonaxên wê jiya, çi beriya 50 salî di gel netewe-dewletê û rejîa dîktatorî û çi jî komên tundraw ên ku di ser van herêman re derbas bûne. Vê yekê bandoreke neyênî li ser çanda vê herêmê çêkir. Ji lew re divê em berpirsiyar bin û çalakiyên çandî bi pêş bixin da ku bigihînin civakeke rewşenbîr."

Ev dewreya duyemîn a çalakiyên Hefteya Wêjeyê ye ku li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê lidarxistin. Par li Qamişloyê hate lidarxistin.

(fr)

ANHA