​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5-5-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5-5-2023
4 gulan, 2023   23:00

Hiqûqnas Şadî El Îbrahîm diyar kir ku CPT beşeke Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e, ji ber ku der barê doza wî de tu gav neavêtine. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamên Meclisa Jinên Ciwan a Efrînê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir bi fikir û felsefeya Rêber Ocalan jin ji koletiyê azad bûne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevseroka MSD′ê Emîne Omer diyar kir ku beyannameya Rêveberiya Xweser a çareserkirina krîza Sûriyeyê di vê demê de gaveke rast e û destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser wek erkeke asayî dikare modeleke çareseriya nîştimanî pêşkêş bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Welatiyên li herêma Cizîrê piştgiriya xwe ji bo Partiya Çepên Kesk nîşan dan û bang li xizmên xwe yên li Bakûr kirin ku dengê xwe bidin vê partiyê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê îsal di 1`ê Mijdarê de li dar dikeve. Narîman Evdikê got wan îsal temaya mîhrîcanê wek ‘Melayê Cizîrî’ diyar kiriye û di pêşbirkê de tenê helbest dê bên qebûlkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li Sûdanê parçebûneke tund di navbera Hêzên PIştgiriya Lezgîn û Artêşa Sûdanê de heye. Îxwan an jî Kîzwan mîna ku li Sûdanê tên navandin, hez dikin bi kar bînin. Ev kom, tunebûna ewlehiyê û hebûna nakokiyan di navbera eniyên xurt ên Sûdanê de, bi kar tîne da ku xwe li ser civata siyasî ya Sûdanê ferz bike. Gelo rola wê û berjewendiya wê ji şer çi ye? (BI WÊNE)

Zanîngeha Rojava Yekemîn Festîvala Biharê bi dawî dike saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)