Ukraynayê ragihand ku Rûsya Kiev topbaran kir

Ukraynayê ragihand ku paytexta wê Kiev ji aliyê Rûsyayê ve bi giranî hat topbarankirin û di encamê de zirarên madî çêbûne.

Ukraynayê ragihand ku Rûsya Kiev topbaran kir
4 gulan, 2023   19:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Berî çend saetan hikumeta Rûsyayê ragihand ku hewldaneke kuştina serokê Rûsyayê Vladimir Putin a bi rêya balafirên bêmirov ên ukraynayî, hate têkbirin, piştre Ukraynayê ragihand ku paytexta wê Kiev ji aliyê Rûsyayê ve bi giranî hate topbarankirin.

Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Kiev Serhiy Boyko da zanîn ku hêzên Rûsyayê li dijî deverên cuda yên paytextê êrişên giran bi mûşek û balafirên bêmirov pêk anîne. Di encamê zirarên madî çêbûne. Her wiha eşkere kir ku pergala parastinê ya hewayî yên Ukraynayê ew êriş têk biriye û hin mûşek û balafirên bêmirov anîne xwarê.

(mh/şx)