NY'ê banga destekdayîna koçberên sûdanî kir

NY'ê da zanîn ku ji bo destekdayîna welatiyên sûdanî yên ku ji ber şer reviyane nêzî 445 mîlyon dolar pêwîst in.

NY'ê banga destekdayîna koçberên sûdanî kir
4 gulan, 2023   20:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîseriya Karûbarên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) bi daxuyaniyekê da zanîn ku tê texmînkirin ku hejmara welatiyên ku ji Sûdanê reviyane bighîje 860 hezarî.

NY'ê destnîşan kir ku ekîbên wê yên awarte hene û li dewletên derdora Sûdanê bi cih bûne da ku alîkariya koçberan bikin.

(mh/şx)