Pirtûkxaneya Gerok li Dirbêsiyê ye

Pirtûkxaneya Gerok ku pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan tê de ne îro li navçeya Dirbêsiyê ya bajarê Hesekê ye. 

Pirtûkxaneya Gerok li Dirbêsiyê ye
4 gulan, 2023   14:59
HESEKÊ

Bernameya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya pirtûxaneya gerok ku demeke beriya niha li herêma Cizîrê hatibû destpêkirin îro li navçeya Dirbêsiyê ya bajarê Hesekê berdewam kir.

Pirtûkxane li nav kolan û gundên navçeyê digere û pirtûk û analîzên Rêber Abdullah Ocalan ji şêniyan re pêşkêş dike.

Pirtûkxane wê 3 rojan li navçeyê be û dê li nav hemû taxên wê bigire.

(mh/şx)

ANHA