`Beyannameya Rêveberiya Xweser ji bo cidîbûana civata navneteweyî test e`

Kombûna Jinan a Zenûbya destnîşan kir ku beyannameya Rêveberiya Xweser ji bo cidîbûna civata navneteweyî ya li hember çareserkirina kirîza Sûriyeyê test e. Însiyatîfê piştgirî da beyannameyê.  

`Beyannameya Rêveberiya Xweser ji bo cidîbûana civata navneteweyî test e`
4 gulan, 2023   18:04
TEBQA

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenbûya ya Tebqayê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew piştgiriya beyannameya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.

Endama Komîteya Lihevhatinê ya kombûnê Macîde Kerîm bi beşdariya nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê, nivîsgeh û komîteyên jinan, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, meclisên leşkerî û partî, daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji 2011`an ve li Sûriyeyê aloziyeke siyasî, civakî û aborî heye û ji ber wê gelê Sûriyeyê êş kişandin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi saya projeya demokratîk û Rêveberiya Xweser, gelek herêm ji terorê û dewleta Tirk a dagirker hatin rizgarkirin. Di heman demê de di daxuyaniyê de hat gotin ku hin siyaset hene li pêşiya însiyatîfên aştiyane yên ku hêzên îştimanî yên Sûriyeyê ragihandine, dibin astengî

Di daxuyaniyê de îşaret pê hat kirin ku beyannameya Rêveberiya Xweser hêjeyî pesindayînê ye giyanê nîştimanî û daxwazeke jidil a ji bo bidawîkirina aloziyê û pêkanîna aştiyê nîşan dide, ji ber ku beyanname li gorî daxwazên gel e ku li azadiyê, demokrasiyê û jiyana hevbeş digere.

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hat kirin ku piştgiriyê bidin beyannameya aştiyê ya Rêveberiya Xweser û hat gotin beyanname ji bo cidîbûna civata navneteweyî, test e.

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku beyanname, çareseriya herî guncew a aloziya Sûriyeyê, rawestandina êşên gelê wê ye û pêkanîna Sûriyeya azad, a pireng û nenavendî ye û dawiya dagirkeriyê ye.

(mh/şx)

ANHA