​​​​​​​HPG: Guh nedin derewên şerê taybet

HPG'ê daxuyand ku "Nûçeyên ku medya şerê taybet a rejîma faşîst li ser hêz û fermandarên me çêdikin, dûrî rastiyê ne. Bila gelê me guh nede van nûçeyên derew ên şerê taybet.”

​​​​​​​HPG: Guh nedin derewên şerê taybet
4 gulan, 2023   11:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek da û wiha da zanîn:

“3’yê Gulanê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê FM û Girê Amediyê, çeperên me yên berxwedanê yên li Çemço û Sîdayê 13 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

Dagirkeran hewl da çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê bi kepçeyan hilweşînin.

Rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst ku heta dawiyê di siyaseta şer de israr dike, bi saya sekna berxwedêr a Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê nekarî bigihêje encamê. Ji ber vê yekê bi rêya medyaya şerê taybet nûçeyên derew pêşkêş dike û hewl dide serkeftinên sexte biafirîne. Nûçeyên ku medyaya şerê taybet a rejîma faşîst li ser hêz û fermandarên me çêdikin, dûrî rastiyê ne. Bila gelê me guh nede van nûçeyên derew ên şerê taybet. Hevrêyên me yên ku qala wan tê kirin, li ser erka xwe ne.

Bila gelê me guh nede van nûçeyên derew ku di çarçoveya şerê taybet de têne kirin."