Hikumeta Sûdana Başûr agirbestek ji bo 7 rojan ragihand

Wezareta karên Derve ya hikumeta Sûdana Başûr ragihand ku her du aliyên nakok ên Sûdanê li ser destpêkirina agirbestekê ji bo 7 rojan li hev kiriye.

Hikumeta Sûdana Başûr agirbestek ji bo 7 rojan ragihand
2 gulan, 2023   17:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Reuters ku agahiyên xwe dispêre daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Sûdana Başûr got fermandarê artêşa Sûdanê Ebdulfetah El Burhan û fermandarê Hêzên Piştgiriya Lezgîn Mihemed Hemdan li ser agirbestekê li hev kiriye ku dê 4`ê Nîsanê dest pê bike û 7 berdewam bike.

Reuters`ê eşkere kir ku serokê Sûdana Başûr Salva Kiir girîngiya domandina agirbestê heta demeke dirêtir û diyarkirina nûneran ji bo danûstandinên aştiyê destnîşan kiriye.  

Her wiha ajansê da zanîn ku di daxuyaniyê de hat ragihand ku her du alî li ser diyarkirin nûnerên xwe yên danûstandinan, li hev kiriye .  

Hate ragihandin ku Sûdana Başûr ji nav wan dewlatan e ku dê pêşwaziya danûstandinan bike û dixwaze rola navbeynkariyê di navbera aliyên aloziya Sûdanê de bilîze.

 (dm/şx)