Li navçeya Tirbespiyê semînerek ji karkeran re hat dayîn

Li navçeya Tirbespiyê der barê rastiya şerê gel ê şoreşgerî Tevgera Ciwanên Şoreşger semînerek ji bo karkerên navçeyê da.

Li navçeya Tirbespiyê semînerek ji karkeran re hat dayîn
2 gulan, 2023   16:41
QAMIŞLO

Bi boneya Roja Kedkaran a Cîhanê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Tirbespiyê bi karkerên navçeyê re li kargeha MY SUN civiya. Di civînê de bi dehan karker beşdar bûn.

Di serî de têkildarî gotinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê şerê gel ê şoreşgerî û şerê taybet de ku li dijî karkeran tê meşandin, sinevizyonek hate pêşandan.

/ar/uploads/files/2023/05/02/152656_dsc_5576.webp

Rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Tirbêspiyê Kîwan Kenan axivî û bal kişand ser rola girîng a karker û kedkaran di avakirina civakê de û diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi rêya semînerên xwe behsa girîngiya kedkaran kir û sedemên hedefgirtina vê beşa civakê ji aliyê dewletên kaptalîst ve, şirove kir.

Kenan anî ziman ku tiştê li qadên navneteweyî diqewimin û komployên li dijî gelê herêmê pêk tê, teoriya Rêber Abdullah Ocalan a şerê gel ê şoreşger îsbat dike, ku tenê bi rêya wê, dê siyaset û şerên li herêmê têk biçin.

(dm/şx)