Ji ber êrişa Îsraîlê balafirgeha Helebê ji xizmetê derket

Îsraîlê duh bi şevê êrişî balafirgeha Helebê kir. Di êrişê de leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin.

Ji ber êrişa Îsraîlê balafirgeha Helebê ji xizmetê derket
2 gulan, 2023   09:02
NAVENDa NÛÇEYAN

Medyayên hikumeta Şamê li ser zimanê çavkaniyekî leşkerî ragihand ku duh saet di 11:35ʹan de Îsraîlê bi moşekan balafirgeha Helebê û hinek nuqteyên din ên derdora Helebê topbaran kirin.

Heman çavkanî diyar kir ku di encama êrişê de leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin, 5 leşker û 2 sivîl jî birîndar bûn, her wiha ziyanên madî çêbûn û balafirgeha Navneteweyî ya Helebê ji xizmetê derket.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SHOR) jî ragihand ku di encama êrişa Îsraîlê de teqîn di depoyeke çekan de çêbû, ziyan gihaştin balafirgeha Neyreb a Leşkerî û Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê bi awayekî demkî ji xizmetê derket.

SOHR, diyar kir ku moşekên Îsrîalê li kargehên parastinê yên herêma Sifêra ya gundewrê Helebê ketin û ziyanên madî çêbûn.

Ev êriş saetek beriya civîna pêncalî ya erebî ya têkildarî Sûriyeyê û rojekê beriya serdana serokkomarê Îranê ji bo Sûriyeyê hat kirin. Tê payîn ku serokkomarê Îranê li Helebê jî bigire.

Di 29ʹyê Nîsana borî de  Îsraîlê bi moşekan depoyeke çekan a Hizbullah a Lubnanê ya li balafirgeh Debaa ya leşkerî ya gundewarê Humisê topbaran kir. Di encamê de depo û kamyonên barhilgirên çekan bi temamî hilweşiyan.

Li gorî  Jerusalem Post a Îsraîlê, Îran qaçaxçîtiya çekan bi rêya balafirgeha Helebê ji bo Hizbullah zêde kiriye.

(bb)