Rojnameyên erebî: Di civîna Emanê de 3 xalên sereke hatin nîqaşkirin

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa civîna pêncalî ya li Emanê ya li ser Sûriyeyê kir.

Rojnameyên erebî: Di civîna Emanê de 3 xalên sereke hatin nîqaşkirin
2 gulan, 2023   07:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Weten a girêdayî hikumeta Şamê, li ser civîna pêncalî ya li Emanê wiha nivîsand: "Di civînê de bidawîkirina krîza Sûriyeyê ya ku bû sedema qetilkirin, xerabî û wêranî û êşên gelê Sûriyeyê, hate nîqaşkirin. Divê ew yek bi rêya çareya siyasî ku yekitiya Sûriyeyê û serweriya wê biparêze, armancên gelê wê pêk bîne û hemû komên çekdar, terorîst û hêzên biyanî ji Sûriyeyê derkevin, pêk were. Li kêleka wê jî divê hêzên biyanî desteka xwe ji saziyên heyî re bi dawî bikin û destwerdana li kar û barên hundirîn rawestînin.”

Rojnameyê da zanîn ku divê lihevkirin li ser gavên aktîf ên têkildarî çareserkirina pirsgirêkên ewlehiya sînor bi rêya avakirina mekanîzmayên di navbera saziyên leşkerî û ewlehiyê yên Sûriyeyê û saziyên dewletên cîran de hebin."

LIHEVKIRINA LI SER VEGERA PENABERAN Û RAWESTANDINA QAÇAXÇÎTIYA HIŞBIRÊ′

Rojnameya El Ereb a navenda wê li Londonê bal kişand ser 2 mijarên ji civîna Emanê; rêbaza vegera dilxwazî ya bi milyonan penaberên sûriyeyî û hevkariya li dijî qaçaxçîtiya hişbirê bi rêya sînorê Sûriyeyê.

Rojnameyê da zanîn ku hikumetên Ereban û yên rojavayî Sûriyeyê bi çêkirina hebên Captagonê (hişbir) tawanbar dikin û ev heb derbasî Kendavê dibin. Di çend mehên borî de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Brîtanya û YE′yê ji ber bazirganiya hişbirê, çend berpirsên sûriyeyî û xizmên Esed xistin lîsteya cezayan.

Wezîrê karên derve yê Urdinê Eymend El Sefedî di civîneke çapemeniyê piştî civîna Emanê de got ev yek destpêk bû û xebata ji bo bidawîkirinê berdewam e.

El Sefedî bersiv da û got Komkara Erebî li gorî mekanîzmayên xwe biryara vegera Sûriyeyê li komkarê dide.

Urdinê bang li Sûriyeyê kir ku bi dewletên Ereban re, di danîna nexşerêya bidawîkirina şer û çareserkirina dozên penaber, girtî, qaçaxçîtiya hişbirê û milîsên bi piştgiriya Îranê û dozên bandorên li dewletên cîran dike, beşdar be."

CIVÎNA EMANÊ: BIDAWÎBÛNA KRÎZA SÛRIYEYÊ ROJEVA SEREKE BÛ′

Rojnameya Îtîhad El Îmaratî jî li ser civîna Emanê wiha nivîsand: "Wezîrên karên derve yên Siûdî, Urdin, Misir û Iraqê got bidawîkirina krîza Sûriyeyê karê pêşîn e, ji ber gelek kuştin, xerabî, wêranî çêbûn, gelê Sûriyeyê êş kişandin û bandorên herêmî û navneteweyî çêbûn. Divê ev yek bi rêya çareya siyasî be, da ku yekitiya Sûriyeyê, hevgirtin û serweriya wê were parastin, berjewendiyên gel pêk bên û ji terorê rizgar bibin.

Şîrovekarê siyasî yê iraqî Dr. Ebdulkerîm El Wezan li ser mijarê got: “Ev civîn di çarçoveya hevgirtina erebî, yekitiya aborî û biryara wê ya ewlehiyê li gel pirsgirêkên navneteweyî pêk tê, di serî de jî krîza Ukraynayê û bûyerên li Sûdanê diqewimin. Ev civîn ji ber girîngiya Sûriyeyê û cihê wê yê stratejîk hate lidarxistin.”

Mamosteyê zanistên siyasî yê zanîngeha Urdinê Dr. Mihemed El Mesalhe jî li ser mijarê got ev civîna şêwirê di çarçoveya temamkirina civîna berê ya li Siûdiyê de ye. Ji ber ku dewleteke damezirînerê komkarê ye û taloqkirina endamtiya wê bandorê li xebata erebî dike."

(fr)