​​​​​​​Ji ber dorpêçê belavkirina nan û avê jî disekine

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya kantona Efrîn û Şehbayê hişyarî da û destnîşan kir ku eger dorpêça hikumeta Şamê dewam bike dê dayîna avê û karê firinan jî bisekinin.

​​​​​​​Ji ber dorpêçê belavkirina nan û avê jî disekine
​​​​​​​Ji ber dorpêçê belavkirina nan û avê jî disekine
​​​​​​​Ji ber dorpêçê belavkirina nan û avê jî disekine
​​​​​​​Ji ber dorpêçê belavkirina nan û avê jî disekine
1 gulan, 2023   23:40
ŞEHBA-XEYS ŞEMSEEDÎN

Ji ber dorpêça ku zêdetirî 9 meh e li ser kantona Şehbayê hatiye ferzkirin, sotemenî tune ye, xebatên xizmetguzariyê û bi taybet jenerator hatin sekinandin. Ji ber wê yekê di warê jiyanî de gelek pirsgirêk derketine.

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya kantona Efrîn û Şehbayê di 27′ê Nîsanê de ragihandibû ku ji ber tunebûna sotemeniyê, saetên dayîna kehrebe û avê kêm dikin. Piştî wê bi rojekê kehrebe bi temamî hate qutkirin.

REWŞEKE XETERNAK

Di dema serweriya çeteyan a li herêmê de piraniya xetên kehrebeyê xirab bûn. Ji lew re ji bo bidestxistina kehrebeyê li gundan û kampên koçberan ên li herêmê 76 jeneratorên bi mazotê dixebitin, hatine danîn.

/kr/uploads/files/2023/05/01/194326_-.webp

Hevserokê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya kantona Efrîn û Şehbayê Mihemed Şêxo têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û got êdî dorpêç xetereyê li ser jiyana welatiyên li herêmê çêdike û dibe ku di dema pêş de dayîna avê û xebatên firinan bên sekinandin.

Li gorî Şêxo, heke dorpêç bidome ne tenê dayîna avê, lê belê dê 174 erebeyên ku ava vexwarinê li şêniyên belav dikin jî ji xizmetê derkevin.

Ji ber tunebûna sotemeniyê jî erebeyên ku gilêş (çop) hefteyê du caran kom dikir, êdî hefteyê carekê kom dikin û karê wan jî dike ku ji xizmetê derkeve.

Ev yek jî bi hatina havînê re û li gel zehmetiya peydakirina avê, xetereyê li ser jîngeh û tenduristiyê çêdike û dibe ku di nava şêniyan de nexweşî belav bibin.

PROJEYÊN 2023′YAN HATINE RAWESTANDIN

Şêxo got ji ber dorpêçê wan heta niha dest bi bi pêkanîna projeyên 2023`yan nekiriye.

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ji bo başkirina rewşa xizmetguzariyê li kantonê gelek proje xistibûn plansaziya xwe; kolandina bîrên avê, sererastkirina kolanên xirabe, sererastkirina kanalîzasyonan û zêdekirina jeneratorên bi mazotê dixebitin.

(fr/c)

ANHA