Hikumeta Şamê restorekirina avahiyên xesardîtî asteng dike

Bendên hikumeta Şamê yên li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê ne, rê nedan ku madeyên pêwîst ji bo restorekirina torên kanalîzasyonê yên riziyayî derbasî her du taxan bibin.

Hikumeta Şamê restorekirina avahiyên xesardîtî asteng dike
2 gulan, 2023   03:27
HELEB – XEYS ŞEMSEDÎN

Hikumeta Şamê dorpêça xwe ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê didomîne. Rê nade madeyên pêwîst ji bo restorekirina binesazî û torên kanalîzasyonê yên riziyayî û di encama erdheja 6 û 20`ê Sibatê de xesar lê hatine, derbasî her du taxan bibin. 

Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye destnîşan kir ku hêzên hikumeta Şamê hejmara bendên xwe yên derdora herdu taxan zêde kir û ji nêzî 20 rojan ve nahêle ew made derbasî herdu taxan bibin.

Rêveberên Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye destnîşan kirin ku eger ev dorpêç bidome dê şaredarî jî nekare kanalîzasyonên ku di encama erdhejê de telef bûne restore bike. Di encamê de jî dê av di bingehên avahiyan de kom bibe û karesetên mezintir wek hilweşîna avahiyan, pêk werin.

Rêveberan diyar kir ku hêzên hikumeta Şamê yên li derdora herdu taxan ji bo derbaskirina van madeyan rişwetên gelek mezin dixwazin

Tevî dorêçê, kêmbûna sotemeniyê û rawestîna wesayîtan, dîsa jî karmendên Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye karên xwe bi destan didomînin û avê ji bin avahiyên zirardîtî dikişînin da ku di dema pêş de ew avahî hilneweşin.

Li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye û kantona Şehbayê ji nêzî 9 mehan ve dorpêçeke giran ji aliyê hikumeta Şamê ve hatiye ferzkirin. Di encamê de, gelek kes jiyana xwe ji dest da di nav de zarok jî hene. Her wiha kehrebe, înternet û telefon jî qut bûn û projeyên xizmetguzariyê rawestîn.

(mh/şx)

ANHA