​​​​​​​Eşîreke ereb: Erdogan sûriyeyiyan dikuje, divê sûriyeyiyên li Tirkiye dengê xwe nedin wî

Rûspiyê eşîra El Bo Hedîd Selah El Selman bang li sûriyeyiyên ku nasnameya tirkî hildane kir ku dengê xwe nedin Erdogan, ji ber ku ew sûriyeyiyan dikuje. Her wiha anî ziman ku armanca partiya Erdogan ew e ku planên Osmaniyan pêk bîne.

​​​​​​​Eşîreke ereb: Erdogan sûriyeyiyan dikuje, divê sûriyeyiyên li Tirkiye dengê xwe nedin wî
2 gulan, 2023   04:52
DÊRAZOR- FATIME EL EBID

AKP`ê di çend salên borî de nasnameya tirkî da derdora nîv milyon penaberên sûriyeyî. Da ku li gorî berjewndiyên xwe wan di hilbijartinan de bi kar bîne. Di gel ku hilbijartin nêzîk bûne, AKP`ê ji sûriyeyiyan xwest ku dengên xwe bidin wê.

Rûspiyê eşîra El Bo Hedîd û berdevkê Meclisa Eşîrên El Salihe Selah El Selman ji erişên ereb xwest ku dengên xwe nedin AKP`ê.

El Selman diyar kir ku divê hemû sûriyeyiyên li Tirkiye welatparêz bin û li pey siyasetên dewleta Tirk neçin ku armanc dike axa Sûriyeyê dagir bike û wiha domand: “Em û gelê me yê li Tirkiye baş dizanin Erdogan çi sûc li herêmên me kirin û çawa herêmên me wêran kirin.”

El Selman ev li gotinên xwe zêde kir: “Divê sûriyeyiyên li Tirkiye dengên xwe nedin desthilatdariya faşist ku ji bilî êşê tiştek ji me re neanî û aloziya Sûriyê kurtir kir. Her wiha êşê gelên Sûriyê zêde kir.”

El Selman destnîşan kir ku fikrên Erdogan mêtinger û wêranker in, nekarin ewlehî û aramiyê pêk bînin, armanca partiya wî ya yekane, planên Osmaniyan ji nû ve pêk bîne û derbe li her projeyeke demokratîk a herêmê bide.

(dm/şx)

ANHA