2 leşkerên Tirk û çeteyekî Artêşa Nîştimanî li Girê Spî hatin kuştin

Hate ragihandin ku li gundewarê Girê Spî yê dagirkirî bombeyek li nêzî bendeke kontrolê ya dagirkeran teqiya di encamê de 2 leşkerên dewleta Tirk a dagirker û çeteyek hat kuştin û 11 din birîndar bûn.

2 leşkerên Tirk û çeteyekî Artêşa Nîştimanî li Girê Spî hatin kuştin
30 nîsan, 2023   18:01
EYN ÎSA

Çavkaniyan ji kantona dagirkirî ragihand ku li nêzî bendeke kontrolê ya dagirkeran li rex rêya M4 ya Girê Spî, bombeyek teqiya. Di encamê de 2 leşkerên dewleta Tirk a dagirker û çeteyekî Artêşa Nîştimanî hatin kuştin.

Heman çavkaniyan diyar kir ku ji ber teqînê, 11 kesên din birîndar bûne. Di nav de 7 leşkerên tirk û 4 çete hene.

(şx)

ANHA