Eger dorpêç bidome wê genim li erdê bimîne

Dorpêça hikumeta Şamê li ser kantona Şehbayê bandor li çandiniyê kiriye. Komîteya Çandiniyê destnîşan kir ku eger dorpêç bidome dê zirar bigihêje zeviyên avî û dê genim li erdê bimîne.

Eger dorpêç bidome wê genim li erdê bimîne
1 gulan, 2023   00:40
ŞEHBA -ALAN REŞÎD

Bendên kontrolê yên hikumeta Şamê dorpêçeke giran daniye ser kantona Şahbayê ku koçberên Efrîn û şêniyên Şehba lê dimînin.

Çandinî ku yek ji stûnên aboriya civakê ye, ji ber dorpêçê zirarek mezin gihîştiyê. Li gorî Komîteya Çandiniyê ya kantonê ji ber dorpêçê, tunebûna pêdiviyên çandiniyê û bihabûna nirxên wan, zeviyên çandiniyê bi rêjeya ji sedî 30 bor in.

Ji ber nebûna mazota pêwîst a avdanê, bi rêjeya ji sedî 10 zeviyên avî îsal bejî hatin çandin.

Ji bo avdana zeviyan pêwîstî bi miqdarên mezin ên mazotê heye da ku jenerator bixebitin û avê çekin nav zeviyan. Lê tunebûna mazotê, xesareke mezin li çandiniyê tîne û dibe sedem ku karesatek li herêmê rû bide.

Li rex wê jî, semad jî biha bûne. Turikê semadê yoriya ya 50 kîlo gihaştiye 45 dolarî. Her wiha lîtreya dermanên rez û sebzeyan di navbera 100 hezar û 240 hezarî de tên frotin.

Li gorî Komîteya Çandiniyê ya herêmê, eger dorpêç dewam bike dê karesateke mezim li herêmê rû bide, berhemên çandiniyê dê telef bibin, ji ber ku cotkar nikare av bide û mazot tune ye ji bo ku bi rêya deraseyan bên çinîn.

Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê di 27'ê Nîsanê de bi daxuyaniyekê ragihand ku hemû jeneratorên kehrebeyê rawestîn ji ber ku mazota pêwîst a xebitandina jeneratoran nemaye.

(dm/şx)

ANHA