Li Girê Spî ya dagirkirî teqîn: 4 çete hatin kuştin

Hate ragihandin ku li kantona Girê Spî ya dagirkirî erebeyek teqiya û di encamê de 4 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

Li Girê Spî ya dagirkirî teqîn: 4 çete hatin kuştin
30 nîsan, 2023   16:22
EYN ÎSA

Li gorî çavkaniyekî navxweyî; li nêzî gundê Zêbeqiye yê kantona Girê Spî ya dagirkirî erebeya çeteyên polîsa sivîl teqiya. Di encamê de 4 çete hatin kuştin û 3 din jî bi giranî birîndar bûn.

Heman çavkanî eşkere kir ku birîndar ji nexweşxaneyên Tirkiyeyê re hatin veguhastin.

(şx)

ANHA