Şêniyên Reqayê 1'ê Gulanê pîroz kir

Şêniyên Reqayê Roja Kedkaran a Cîhanê pîroz kir û destnîşan kir ku karker hêmana sereke ya civakê ye ji ber ku ji bo pêşxistina welat û welatiyan kedê didin.

Şêniyên Reqayê 1'ê Gulanê pîroz kir
Şêniyên Reqayê 1'ê Gulanê pîroz kir
Şêniyên Reqayê 1'ê Gulanê pîroz kir
Şêniyên Reqayê 1'ê Gulanê pîroz kir
Şêniyên Reqayê 1'ê Gulanê pîroz kir
30 nîsan, 2023   14:45
REQA

Rêxistinên civaka sivîl ên Reqayê bi boneya Roja Kedkaran a Cîhanê (1'ê Gulanê) li hola Tac a başûrê Reqayê şahiyek li dar xist.

Di şahiyê de endamên saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî û endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya beşdar bûn.

Di serî de bi navê Nivîsgeha Aboriyê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya Cîhan Mihemed 1'ê Gulanê li hemû kedkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û got: "Divê em piştgiriyê bidin kedkaran da ku em dest bi dest aboriya welatê xwe pêş bixin."

Cîhan Mihemed wiha domand: "Bi saya kedkar û karkerên ku di germ û sermê de tevî hemû zehmetiyan dixebitin, dê civaka me pêş bikeve û aboriya me baştir bibe."

Di dawiya şahiyê de daxuyaniyek bi navê Yekitiya Kedkaran a Reqayê ji aliyê hevserokê yekitiyê Dahir El Ebdullah ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kedkar û karker hêmana sereke ya civakê ne ji ber ku ew ji bo pêşxistina welat û welatiyan û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kedê didin.

 (mh/şx)

ANHA